- Civîna Parlamentoya Iraqê doh tenê 40 deqîqeyan dewam kir.
Civîna Parlamentoya Iraqê doh tenê 40 deqîqeyan dewam kir. Di civînê de 64 kesan weke parlamenter li şûna parlamenterên Tevgera Sedr ên îstifa kirîn, sond xwar.
Di civînê de komên PDK, YNK, Yekgirtû û Tevgera Nifşê Nû jî hazir bûn. 202 parlamenter tevlî civînê bûn, 64 kes jî li şûna parlamenterên Tevgera Sedr tevlî civînê bûn. Piştê ku wan jî sûnd xwar, hejmara parlamenteran bû 266. Hîna divê 9 parlamenterên din ên li şûna parlamenterên tevgera Sedr hatine diyarkirin, sond bixwin.
Serokên komên partiyan daxuyaniyeke hevbeş xwend û wan xwest di demeke herî zû de hikûmet were avakirin, pirsgirêka di navbera Hewlêr û Bexda were çareserkirin, yasaya neft û gazê were erêkirin.
ROJNEWS/BEXDA