Di 34 sinifan de 1200 xwendekarên Kurdî

Çarşem 16 Hezîran 2021 - 05:11

YILMAZ KAYA
AMED

 

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Ziman û Çand a Mezopotamyayê (MED-DER) Şîlan Elmas Kan got, nabe ku Kurd zimanê xwe ji çend partiyên siyasî yan jî siyasetvanan re bihêlin û divê ew xwedî li siberoja xwe yanî li zimanê xwe derkevin. Wê ji bo elaqeya ji bo dersên Kurdî jî got, “Ji seranserê dinyayê mirovên hîç bi Kurmancî nizanin, xwe digihînin me û dibêjin, ew dixwazin hînî Kurdî bibin. Halê hazir bi bernameya Zoomê di 34 sinifan de 1200 xwendekarên me hene. Em ê vê bêhtir bi pêş ve bibin. Li Tirkiyê xebatkarên rêxistinên civaka sivîl û ji beşên din ên civakê xwendekarên me hene. Daxwaza hînbûnê gelek e. Xwendekar divê pêşî di ser malpera me re xwe qeyd bikin. Piştre em agahiyên Zoomê didin û plansaziyê dikin.”

Wekî din kampanyaya MED-DER’ê dayî destpêkirin ji bo ku Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê jî dewam dike. Dewleta Tirk bi hinceta pandemiyê danîna dezgehan û berhevkirina îmzeyan qedexe kiribe jî ew xebata xwe di ser medyaya civakî re dewam dikin: “Halê hazir em tenê di ser medya civakî re xebatên xwe dimeşînin. Ji ber ku bi hinceta pandemiyê hat qedexekirin, me nekarî karê gund bi gund, mal bi mal rohnîkirina xelkê li ser kampanyayaê û berhevkirina îmzeyan nekarî dewam bikin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.