RONÎ PENABER/STOCKHOLM
Mehmet Salih Gok, di dawiya salên 1980´yî de ji ber zilma dewleta Tirk ji gundê Bawernê yê ser bi Nisêbînê penaber bûye û li paytexta Swêdê Stockholmê bi cih bûye. Ew ji bo her kesî Xalê Salih e. Ew îro 63 salî ye, lê xwe ciwan weke 25 salî hîs dike. Ji bo ku PKK´ê ji lîsteta rêxistinên terorîst bê derxistin, bi tena serê xwe di 3 mehan de 10 hezar îmze kom kirine. Ji bo azadiya Rêber Abddullah Ocalan jî wî bi tena serê xwe sala 2011´an 50 hezar îmze kom kiribûn.
Ew ji karê xwe re dibêje, dîplomasiya gelan. Li navenda bajarên mezin, li meydan û parkan ew silavê li her kesî dike. Lîsteyên îmzeyan, çend pênûs pê re berê xwe dide nava bajêr: “Her roj îmzeyan berhev bikim, kotayekê ez diyar dikim. Heta ku ez xwe negihînim wê hejmarê jî ez venagerim malê.”
Ew li Stockholmê çi festîval, konser û çalakiya xwendekaran çêbe, berê xwe didiyê. Ne ji bo kêf, ger û seyranê, lê ji bo ku îmzeyan berhev bike.
Erê bedena wî diweste lê ew dibêje, “Lazim e mirov bîrewer be, zanibe çi dike û civakî be. Ez behsa têkoşîna Kurd û Kurdistanê dikim û encamê bi dest dixim. Gava ez vî karêî dikim, ez ji dil û bi bextewerî dikim."
Gava Xalê Salîh kesekî Kurd dibîne, hesanîtir digihîje miradê xwe; lewma ew bi hevokeke kurt, îmzeya xwe distîne: “De îmze bike..!”