Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku pêr wan li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker a li Efrînê çalakî li dar xistiye. Li gorî daxuyaniyê di çalakiyan de 14 dagirker hatine kuştin û gelek cebilxane jî hatiye desteserkirin.
HRE'yê der barê çalakiyên xwe yên pêr ên li Efrînê de agahiyên berfireh belav kirin û got, "Roja 19’ê Gulanê, li derdora gundê Basûfanê yê Efrînê, hêzên me li hemberî baregeheke çeteyên dagirker çalakiyeke berfireh a biserdegirtinê li dar xist. Çalakiyê bi şev saet di 01:00’an de dest pê kir. Di şerê destpêkê de 4 çete hatin kuştin, 2 çete jî bi awayekî birîndar ji baregehê reviyan. Di nav 15 deqeyan de kontrola baregehê ket destê hêzên me. Di dewama şer de 4 çeteyên din hatin kuştin û çeteyek hat birîndarkirin.
Her wiha doçkayek hat rûxandin. Di saetên sibehê de dema artêşa dagirker li derdora gund dest bi operasyonekê kir, li vir jî di encama çalakiyeke sabotajê de seyareyek hat rûxandin, her wiha 3 leşkerên Tirk û çeteyek hatin kuştin. Ber bi nîvrojê ve saet di 10:00’an de dema hêzên dagirker hewl didan cenazeyên xwe rakin, çalakiyeke din a sabotajê hat lidarxistin. Li vir jî 2 çete hatin kuştin, motorek hat rûxandin. Piştî wan çalakiyan hêzên dagirker bi desteka balafirên keşfê derdora baregehê û gundên herêma Şêrawa û Şehbayê topbaran kirin.
Di wan çalakiyan de bi giştî 11 çete û 3 leşker hatin kuştin, herî kêm 3 çete jî birîndar bûn. Seyareyek, motorek, doçkayek tevî pîkaba wê, termalek, dûrbînek û bêtêlek hatin rûxandin.
BKC’yek, 3 AK-47, dûrbîneke şevê, bêtêlek û 3 telefon jî hatin desteserkirin.
Ew rêzeçalakî bi armanca tolhildana êrişên ku dewleta Tirk a dagirker di meha dawî de li hember gelê me meşandin, hatin lidarxistin."
EFRÎN