Di 10 rojan de 438 top avêtin
Çarşem 12 Cotmeh 2022 - 04:15
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 10 rojan de 438 moşek û top avêtine navçeyên Til Temir û Zirganê. Di van êrişan de 5 welatî birîndar bûn û zirara madî bi mal û milkên welatiyan ket.
Li Zirganê gundên Esediye, Dada Ebdal, Metmora û Bobî yên li bakurê navçeyê, Til Werd, Xirbet Şiîr, Bence û Mişêrfê yên li başûrê navçeyê, Şor, Xirbet Dexîl ên li rojhilata navçeyê hatin topbarankirin.
Her wiha taxên rojava, başûr û bakurê navçeyê jî bûn armanca topên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê.
Di encama topbaranên li dijî navçeyê de zirarên mezin li mal û milkên welatiyan bû, bi wê re malên Îsmaîl Xişman û Mihemed Selîmo yên li navenda navçeyê hatin hilweşandin, her wiha aşxaneya Sefarine ya Erefat Ebû El Nûr a li aliyê başûrê navçeyê jî zirar lê bû. Zirar li hin qismên navenda Şaredariya Gel a Zirganê, Benzînxaneya Xişman a li aliyê başûrê rojhilatê navçeyê zirar dîtin.
Dagirkeriya Tirk û çeteyên li Til Temirê, gundên Um Kêf û Gozeliyê yên li rojavayê navçeyê, gundê Til El Leben ê li aliyê başûrrojavayê navçeyê, gundên Dirdara, Eboş û Qibûr Qeracine yên li bakurê navçeyê topbaran kirin. Zirarên mezin li mal û milkên welatiyan û avahiyên xizmetguzariyê bûn. Stasyona kehrebê 3 caran hate hedefgirtin, di encamê de kehrebe li ser navçeyê qut bû.
5 welatî birîndar kirin
Welatiya bi nave Ayşar Hisên El Kemorî a 23 salî ya ji gundê Metmora yê li bakurê navçeya Zirganê, birîndar bû, her wiha 4 welatiyên ji gundê Til El Leben ê li başûrrojavayê navçeya Til Temirê; Necem Ebdullah Hebîb, Ebdulmecîd Ehmed El Ferec, Hac Îbrahîm Mihemed Feqîr û Quseyî Mûsa El Feqîr birîndar bûn.
Di 10 rojan de heta doh zêdetirî 438 moşek û guleyên topavêjan li her du navçeyan ketin.
Doh jî êrişan dewam kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê erebeyeke li ser rêya di navbera navçeyên Zirgan û Til Temirê de doh kire hedef. Ev maşîna xelkê deverê ji Zirganê diçû Til Temirê.
ANHA/HESEKÊ