Kemal Kurkut, di Newroza Amedê ya 2017´an de bi destê polêsên dewleta Tirk a dagirker hatibû kuştin. Li dijî polêsekî doz hatibû vekirin. Heyeta dadgeha dewleta Tirk biryara beraatê da ji bo polêsê qatil. Navê vî qatilî jî weke Y.Ş. hat veşartin.

Kemal Kurkut sala 2017’an di Newroza Amedê de bi destê polêsan hatibû kuştin. Der barê polêsê kujer ê bi navê Y.Ş. de doz hatibû vekirin. Rûniştina 12’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 7’an hate kirin.

Heyeta dadgehê di rûniştina dozê de biryar da ku Y.Ş. ne qatil e, û biryara beraata wî da. Dadgehê biryar da ku ji bo tesbîtkirina qatil biryar da ku giliyê 72 polîsên li cihê bûyerê bê kirin.

AMED