• Dewleta Tirk a ku berê li qereqolên xwe êşkence dikir, niha xelkê direvîne û li şikeftan êşkence dike. Senaryoyên êşkencekaran jî nîşan didin ku ew ne tîmeke bi serê xwe ne lê beşek ji sîtema êşkenceyê ya nû ne.

EMRULLAH ACAR/MA / RIHA

 

Kesên ku xwe weke polêsên TEM’ê dan nasîn kîs xistin serê Mazlûm Çelîk ê 24 salî û ew revandin. Çelîk da zanîn ku polêsan di şikeftekê de 11 saetan îşkence lê kiriye û got, kesên ew revandine, gornek ji bo wî kolane û gefa kuştinê li wî xwarine û jê re gotine, “Em ê cilên gerîla li du polêsan bikin û li cem te wêneyan bigirin.”

Polêsên Tirk li Rihayê Mazlûm Çelîk ê 24 salî revandin. Sedema wê jî ew bû ku wî ferzkirina sîxuriyê qebûl nekir. Mazlûm Çelîk da zanîn ku polêsan ew biriye şikeftekê û wan polêsan 11 saetan êşkence lê kiriye. 

Li gorî agahiyên Mazlûm Çelîk, kesên ku xwe weke “polêsên TEM’ê” yên dewleta Tirk dane nasîn, di 14’ê Tîrmehê de kîs xistine serê wî û ew revandine. Çelîk bavê sê zarokan e û li Pasaja Kapakli ya li navçeya Halîliyeyê tiştên elektronîk difiroşe. Polês Çelîk dibine şikeftekê û êşkencê lê dikin. Ew gornekê li balê dikolin û bi kuştinê gefê lê dixwin. Piştî wê Mazlûm Çelîk ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan rapora êşkenceyê wergirt. 

Di raporê de dinivîse: “Li herêma rastê ya stûyê wî 3 xêzik, di nava pişta wî û milê wî yê çepê de şînûreşbûn, di zendên wî yên çep û rastê de xêzik û sorbûn, di her du lingên wî de werimîn û şînûreşbûn, di kemaxê wî yê rastê de 3 şopên daran û li her du kemaxan ber bi hundir ve ji nîvî zêdetir şînûreşbûn hene.”

 

TEM bi êşkencê sîxuran çêdike

Mazlûm Çelîk ji me re got, beriya hefteyekê bi hinceta giliyê wî hatiye kirin, Şaxê TEM’ê ya Miduriyeta Polêsan a Rihayê gazî wî kiriye da ku îfadeyê bide: “Di heman rojê de ez çûm, min îfade da û derketim. Li wir nimreya min wergirtin û gotin, ‘em ê telefonî te bikin’. Du roj derbas bûn, bi nimreyekê telefonî min kirin û gotin, ‘ji niha û pê ve tu wê bi me re bixebitî’. Min jî qebûl nekir û nerazîbûn nîşanî wan da.”

 

Wî direvînin

Mazlûm Çelîk, da zanîn ku 14’ê Tîrmehê nîvrojê, 3 kesên li ser Cadeya Maşûk û Ataşehîrê ji wesayîtekê peya bûn, kîs xistin serê wî û ew revandin e û tiştên hatin serê xwe vegotin: “Bi darê zorê ez li wesayîtê siwar kirim. Ez birim şikeftekê, nizanim ka li ku derê bû. Ewilî du kes bi min re axivîn pirsa ka têkiliya min bi rêxistinê re heye yan na kirin. Min jî got, ti têkiliya min nîne. Her cara ku min digot nîne, zêdetir li min dixistin. Bi ceyranê êşkence li min kirin. Di şikeftê de gorek kolan û gotin, heke ez bi wan re nexibitim, ew dê min têxin wê gorê. Wan got, heke ew min li wê derê veşêrin, kes wê cenazeyê min jî nebîne, dadger û dozger jî girêdayî wan in û ew dewlet in. Paşê hejmara wan zêde bû. Bi xortûmê li min dan. Piştî ku destên min kelemçe kirin, bi navber dayîna ceyranê domandin. Ji kesekî ji xwe re digotin ‘başkan’. Ew kesê jê re digotin başkan, digot ‘guleyekê li serê wî bixin, nedin axaftin: Piştî me gule li serê te xist, em ê nîşeyekê deynin li cem te û binivîsîn, dawiya xayînan dê wiha bibe’. Heta digot, ‘em cilên gerilayan li du polêsan bikin û li cem te wêneyan bikişînin'. Gotin hesan e ku ji civakê re vebêjin rêxistinê ez kuştime, û dikarin her cure senaryoyan binivîsin. Nîvrojê qederê saet 12.00’an ez revandim û heta saet 23.00’yan êşkence li min kirin. Bi şevê dereng ez berdam û ji min re gotin heke ez giliyê wan bikim, ew ê dîsa min birevînin û guleyekê li serê min bixin. Ji min re gotin, ‘hefteyekê bêhna xwe vede, em ê dîsa te bibînin'.”

  

Qereqolê nehişt gilî bike

Mazlûm Çelîk got, dema ew li cihê lê hate revandin hate berdan, ji ser hişê xwe çûbû û wiha dewam kir: “Piştî ku ez berdam, nîv saetê ji ser hişê xwe çûbûm, piştî hatim ser hişê xwe, bi darê zorê gihiştim malê. Min heta serê sibê bêhna xwe veda, dotira rojê min ji nexweşxaneyê rapora êşkenceyê wergirt, bi bavê xwe re ewilî çûm Qereqola Şehîtlîkê ya navçeya Halîliyeyê lê nehiştin ez gilî bikim. Kesên li qereqolê ji min re gotin, ‘ev TEM’e kes nikare van, me tev li nekin’. Em çûn miduriyeta polêsan a li navçeya Karakopruyê, li wir jî heman bersiv dan. Nehiştin em gilî bikin û ji me re gotin, divê hûn biçin cem dozger. Li her du qereqolan jî TEM parastin.”

Mazlûm Çelîk got, ew ê miracaetî rêxistinên hiqûqî yên li bajêr bike û ew ê li dozgeriyê giliyê wan kesan bike: “Ji niha û pê ve çi pêwîst be, ez ê bikim. Ji bo ku kesên êşkence li min kirine bên dîtin û cezakirin, ez ê tişta ji destê min bê bikim. Ez ji kesî natirsim. Divê êşkence bê ceza nemîne.”

 

Dewleta Tirk berpirsiyar e

Bavê Mazlûm Çelîk, Cengîz Çelîk ê 52 salî yê li gundê Mircan ê Karakopruyê karê çandiniyê dike jî got, ew ê giliyê wan kesan bikin: “Beriya du rojan bi şev bûka min telefonî min kir û got li kurê min dane. Ez jî hatim Rihayê. Em doh bi hev re çûn nexweşxaneyê û me rapora lêdanê wergirt. Tiştek bi serê kurê min were, berpirsyarê wê dewlet e û Waliyê Rihayê ye. Em ê li her dera pêwîst miracaet bikin. Em ê miracaetî dadgehê jî bikin. Em ê gilî bikin."

Mazlûm Çelîk miracaetî Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Rihayê da û daxwaza piştgiriya hiqûqî kir. Çelîk, her wiha çû Edliyeya Rihayê û li dozgeriyê giliyê kesên êşkencekar kir.