Dewleta Tirk xwest ‘Dema Dirîreşkan’ betal bike!

Nûçeyên Çand/Huner

În 20 Gulan 2022 - 22:06

  • Filma “Dema Dirîreşkan” îro (21’ê Gulanê) saet 7’ê êvarê li salona Filmforum NRW’ê (li bajarê Elmanyayê Kolnê) tê nîşandan. 

Filma “Dema Dirîreşkan” îro (21’ê Gulanê) saet 7’ê êvarê li salona Filmforum NRW’ê (li bajarê Elmanyayê Kolnê) tê nîşandan. Li gorî agahiyan, konsolosxaneya dewleta Tirk zext li rêveberiya Filmforum NRW’ê kiriye û nîşandana filmê pê daye betalkirin.

Xwediyê salonê bi nivîskî ji ekîba filmê re ragihand ku ew ê ji ber sedemên teknîkî nikaribe filmê nîşan bide. Piştî demeke kin, îcar rayedarên Filmforumê, telefonî ekîba filmê kirin, diyar kirin ku film li Elmanyayê nesansorkirî ye û bi awayê hatiye plankirin wê bê nîşandan. Bi vî rengê derket holê ku dewleta Tirk hewl daye bike ku film neyê nîşandan. Hîna nû gava xwediyê holê pê dihise ku film li Elmanyayê destûrdayî ye, xebera ekîba filmê ji vê hewldana sansurê çêdibe.  

Ekîba filmê jî bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî zextên dewleta Tirk da. Wê got, “Normal e dewleta Tirk ji huner bitirse. Vê hefteyê jî konserên hunermendên Kurd betal kirin û gelek hunermend girtin. Deshilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze hebûna xwe rewa û domdar bike. Çi tiştê ku jiyan pê biguhere, xweş bibe, bike ku mirov bikare bijî, dike sûc. Em vê ferasetê şermezar dikin. Em bawer dikin ku wê hunerhez bi rengekî xurt xwedî li filma me derkevin. Armanca me helbet ew e ku bibin layiqê temaşevanan. Tiştên civak hay jê nîne nîşan bidin û hema hinek be jî hestiyariyê çêkin.”  

KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.