Dewleta Tirk wê êriş bikira

Şemî 31 Tebax 2024 - 02:35

Derbarê balafira bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker ku ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Iraqê li Kerkûkê hate xistin de medyaya fermî ya dewleta Tirk eşkere kir ku balafira bêmirov ya hatî xistin ji cûrê Aksungur’e, wê li bajarokê Çîmen ê Kerkûkê li dijî PKK êriş kiriba. Di heman demê de Cîgirê Fermandarê Parastina Hewayî ya Herêma Bakur ya artêşa Iraqê Rûkan Ebdulselam Hemûdî got:“Tîmên parastina hewayî ya Iraqê balafira bêmirov ya Tirkiyeyê xistine xwarê.”

Rûkan Ebdulselam eşkere kir ku balafira bêmirov ya ku ji Silêmaniyê hatibû, ji bajarokê Çîmen derbasî qada hewayî ya Kerkûkê bû û bi fermana Fermandarê Hêzên Parastina Hewayî ya Iraqê hat xistin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.