Dewleta Tirk sûcên şer dike

Çarşem 6 Kanûn 2023 - 00:20

HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî sûcên şer dike û li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek da. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

Li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl

2'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

3'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.

Sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker

1, 2 û 3'ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 5 caran bi droneyên bombebarkirî, carekê bi gazên kîmyewî û 2 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

3'ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 2 caran bi gazên kîmyewî, 2 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

4'ê Kanûnê li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

3 û 4'ê Kanûnê li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 18 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

3'ê Kanûnê li herêma Zê çeperên şer ên li Şehîd Diyar carekê bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

1, 2 û 3'ê Kanûnê li herêma Garê qada Deşta Kafya 2 caran, li herêma Xakurkê qadên Xinêra Jor, Ava Lolanê û Goşînê 5 caran, li herêma Metînayê qada Gundê Dergelê 2 caran; bi giştî 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

2, 3 û 4'ê Kanûnê herêmên Zê û Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zê, Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.