Dewleta Tirk sûc dike

Çarşem 14 Nîsan 2021 - 02:42

EHMED EL-ESAF
ANHA/REQA

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cozêf Lehdo got, dewleta Tirk avê wekî amûreke zextê li dijî gelê Sûriyê bi kar tîne. Wî her wiha destnîşan kir ku hikumetên Sûriyê û Iraqê li hemberî van binpêkirinên dewleta Tirk bêdeng in.

Cozêf Lehdo got, “Dewleta Tirk avê wekî rêbazeke şer li dijî gelên Sûriyê û Iraqê bi kar tîne. Ev şer ji destpêka aloziya Sûriyê ve tê meşandin. Lê îsal zêdetir tê meşandin. Herikîna ava çemê Firatê bi awayekî zêde tê qutkirin. Heta gihişt astekê ku hinek bendavên herêmê nema dikarin kehrebayê derxin. Vê yekê jî bi awayekî neyînî bandorê li jiyana gelên herêmê kir.”

Lehdo got, vê herî zêde zirar çandiniyê kiriye, ji ber ku pirraniya xelkê li herêmê bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan debara xwe dike. Zirareke din jî ew e ku ji ber kêmbûna herikîna çemê Firatê, masî jî li ber nemanê ne û kêmbûna avê wê her wiha zirareke mezin bigihîne daristanên li herêmên hewza Firatê.

Cozef Lehdo got, ji bo parvekirina ava çemên navneteweyî yên ku sînoran derbas dikin, gelek lihevkirinên navneteweyî hene, lê dewleta Tirk wan lihevkirinên di navbera welatan de ku ji no ava Firatê tê lê ne, pêk nayîne.

Di dawiyê de Lehdo destnîşan kir ku hikumetên Iraq û Sûriyê jî li hemberî van binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelên wan, bêdeng in.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.