• Dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Cindirêsê û Şêrawayê yên Efrînê pênc kes revandin.

Dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Cindirêsê û Şêrawayê yên Efrînê pênc kes revandin.

Li Şêrawayê Kemal Hebîb, Edîb Şêref û Ehmed Hebîb ên ji gundê Şadirê, Muhyedîn Koçer ê 52 salî ji  gundekî Cindirêsê hatine revandin.

Çavkaniyên cihî ragihandin ku kesên hatine revandin, birine zindaneke li gundê Îskanê û aqûbeta wan nayê zanîn.

Wekî din çavkaniyan ragihand ku dagirkeriya dewleta Tirk beriya 11 rojan û Ednan Îsmaîl Erebo yê 73 salî ji Cindirêsê revandiye û ew birine cihekî nayê zanîn. Heman çavkaniyan da zanîn ku dagirkerên dewleta Tirk ji malbata Erebo fîdye xwestiye.  

EFRÎN