Dewleta Tirk li dijî dibistanan
În 10 Îlon 2021 - 03:14
- Hevserokê Rêveberiya Dibistanên Til Temîrê bang li aliyên navneteweyî yên berpirsiyar dike da ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî zarokan, mafê wan ên perwerdeyê û avahiyên dibsitanan belge bike û van êrişan bide rawestandin.
Hevserokê Rêveberiya Dibistanên Til Temîrê, Ebdurezaq El-Kinêhir da zanîn ku tevî biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo parastina perwerdeyê ji êrişan jî artêşa Tirk a dagirker vê biryarê û qanûnên navneteweyî bi êrişên xwe binpê dike.
Biryara ku Ebdurezaq El-Kinêhir behsa wê dike, di Civata Giştî ya NY di dawiya Gulana 2020`an de hatibû dayîn. NY’yê di heman civînê de 9`ê Îlonê weke roja navneteweyî ya ji bo parastina perwerdeyê ji êrişan ragihand.
Heta niha 63 dewletan Roja Parastina Perwerdeyê ji Êrişan a Navneteweyî erê kiriye. Civata Giştî ya NY’yê tevahiya êrişên li dijî dibistanan û bikaranîna wan ji bo hedefên leşkerî şermezar kir û gotibû, êrişên welê li dijî qanûnên navneteweyî ne. Lê dewleta Tirk ji xwe re kiriye adet ku hiqûqa navneteweyî bin pê bike. Wê li deverên dagirkirî dibistan veguherandin baregehên leşkerî ku tê de sûcan dike. Li aliyê din jî di êrişên xwe yên misêwa de heta îro jî dibistanan dike hedef.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, zarok ji mafên xwendinê bê par man. Heman senaryo li Til Temirê jî dubare dibe ku ji demekê ve ye ku misêwa tê bombekirin. Ji ber êrişên artêşa Tirk bi hezaran kes neçar mane koçber bibin. Têkildarî vê yekê hevserokê Rêveberiya Dibistanan a Herêma Til Temirê Ebdurezaq El-Kinêhir got, “18 dibistanên ser bi Navenda Perwerdeyê ya Til Temirê hebûn, ev dever kaniyên perwerdeyê bûn. Lê piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê ew dagir kirin, veguherîn çavkaniyên topan.”
Dibistan kirine armancên topan
El-Kinêhir bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û got, “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê qest dibistanan dikin hedef. Me ev di hedefgirtina dibistana El-Kozeliyê de dît. Dagirkeran destpêkê dîwarê dibistanê kirin hedef, piştre jî dibistan hilweşand. Hemwextî vê yekê jî gelek dibistanên din ên li gundê Bab El-Xêr, Ebûş û dibistanên li navçeya Zirganê hedef girtin.”
Kî xwedî li biryarê derdikeve
El-Kinêhir di dewamê de got, “Dema ku em dibêjin, 63 dewletan biryara NY’yê îmze kirine ku ew ê pêk bînin, em difikirin ku ev hêzeke mezin e ji bo parastina avahiyên perwerdeyê. Lê tişta ku em dibînin ew e ku dewlet nikarin daxuyaniyekê jî li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî zarokan û mafê wan ê perwerdeyê bidin, wê şermezar bikin.”
El-Kinêhir li ser rewşê ev bang kir: “Di Roja Parastina Perwerdeyê ji Êrişan a Navneteweyî de em bang li aliyên peywendîdar û UNICEF`ê dikin da ku komîteyeke eşkerekirina rastiyan bişîne herêmê û sûcên dewleta Tirk ên li dijî perwerdê û avahiyên perwerdê, belge bikin û bibînin ku navendên perwerdeyê veguherandine baregehên leşkerî.”
Hevserokê Rêveberiya Dibistanên herêma Til Temir Ebdurezaq El-Kinêhir îşaret bi parastina avahiyên perwerdê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê [hêzên navneteweyî] zextê li dagirkeriya Tirk bikin da ku sûcên xwe bisekinîne, her wiha ji axa Sûriyê derbixin da ku zarok vegerin dibistanê.”
ANHA/TIL TEMIR