Dewleta Tirk Kurdî ceza dike 

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 21 Sibat 2023 - 04:13

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê Remziye Alparslan, diyar kir ku zimanê dayikê tê maneya zimanê hebûna gel û dersên hilbijarî nabin dermanê birînên sedsalan. Wê got, divê bi zimanê dayikê perwerde hebe. 

Remziye Alparslanê li ser girîngiya ziman ji bo miletan got, “Em jî jiyana xwe li ser zimanê xwe dimeşînin. Her tiştê me rêûresm, çand û jiyana me li ser ziman bi teşe dibe. Ji ber vê, ziman ji bo gelan girîng e. Ji bo gel nasnameya xwe winda neke divê xwedî li zimanê xwe derkeve. Tişta herî girîng ji bo hebûna gel, ziman e.”

Remziye Alparslanê bal bire ser polîtîkayên dewleta Tirk ên qirkirinê yên li dijî Kurdan û gotm esas dewleta Tirk dixwaze hebûna Kurdan di nav a Tirkan de bihelîne: “Ji avabûna komarê ve, van polîtîkayan dimeşînin. Ji roja ewilî ve zêhniyet her tim wek xwe ye. Lê li gorî şertên demê, polîtîka bi teşe dibin. Demeke dirêj mirovan newêriyabû bigota, em Kurd in. Wan nikarîbû bi Kurdî biaxivin. Dihatin cezakirin. Bi demê re polîtîka nerm bûn, lê dîsa jî Kurd û Kurdî tên cezakirin.”

 

Deriyê me li Kurdên metropolan vekiriye

Remziye Alparslanê derbarê qedexekirina şano û konserên Kurdî de jî got: “Hewl didin her tişta Kurdan piçûk bixin. Dixwazin gel ji ziman û çandê dûr bixin. Lê mirov êdî vê rewşê naxwazin. Wisa biçe wê gel bê tinekirin. Ji ber vê, divê Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin. Komeleya me der barê zimanê Kurdî de xebatan dimeşîne. Em bi alîkariya kursan hewl didin Kurdî ji bo kesên dixwazin bidin fêmkirin. Em der barê çand û dîroka Kurdan de agahiyan didin. Em ji bo Kurdên li metropolan derî vedikin. Em her kesî, mezin û piçûk perwerde dikin. Xebata me ya herî girîng ji bo zarokan e. Hevalên me ji bo zarokan çîrok û metaryalên din amade dikin. Her wiha kovara me ya Zend demeke dirêj e ku tê weşandin.”

 

Daxwaz perwerdeya zimanê dayikê ye

Remziye Alparslanê li ser meseleya hînkirina zarokan dibêje, “Zarok dixwazin bi zimanê xwe bijîn. Ji ber vê, pirr girîng e ku di bin polîtîkayên asîmîlasyonê de nemînin. Çiqas derfet hebin, divê bi kar bînin. Lê dersên hilbijarî nabin dermanê birînên sedsalan. Daxwaza me perwerdeya bi zimanê dayikê ye û em ji bo vê têdikoşin. Em dixawazin ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê dayikê perwerde bê kirin.”

JINNEWS/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.