Dewleta Tirk: Kujerê jin û zarokan

Sêşem 14 Çile 2025 - 03:00

  • Li gor agahiyên ku di ragihandinê de cîh digirin, ji 27’ê Mijdarê heya niha dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 jin û 19 zarok qetil kirin. Di êrîşên dagirkeriyê de hêrî kêm 7 jin û 25 zarok jî birîndar bûn.

Bi êrîşên ku komên cîhadîst ên HTŞ’ê di 27’ê Mijdara 2024’an de li ser Helebê destpê kirin re, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Şoreşa Jinan gihîşt merheleyek nû. Di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Şehba û Til Rifetê ku bi hezaran Efrîniyên ji ber êrîşên dagirkeriyê koçber bûbûn lê dijiyan, xelk carek din koçber bûn. Li Minbica ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat dagirkirin jin hatin qetilkirin, neçarî koçberiyê man.  

*29’ê Mijdarê: Di 24'ê Mijdarê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Helîsa yê bajarokê Fafînê yê Şehbayê topbaran kir. Rosêl Mihemed Xelef (13) a di êrişê de jî birîndar bû, di 29’ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da.

*30 Mijdar: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mezin ê bajaroka Şêrawaya kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir. Di topbaranê de zarokek birîndar bû.

*2 Kanûn: Ehmed Hiso û hevjîna wî dema dixwestin ji bajarê Til Rifetê herin Efrînê, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin gulebarankirin. Di gulebaranê de jinek birîndar bû.

*Malbatek Efrînî gava ji Şehbayê bi erebeya xwe diçû Helebê, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve li hember erebeya wan sûîqastek hat lidarxistin. Di êrişê de, sê jin birîndar bûn.

*Çeteyan 1ˈê Kanûnê ji sê aliyan ve êriş li dijî şêniyên li Şehbayê dan destpêkirin. Henan Mihemed Mecûnû (36), Henan Mihemed Mûşû (62), Nazê Xelîl Elo (42) di êrişê de hatin qetilkirin.

*4 Kanûn: Pitikê bi navê Nûh Mihemed Reşo yê 4 mehî, li i stadyûma Şaredariya Reqayê ji serma jiyana xwe ji dest da.

*5 Kanûn: Di êrîşa li ser gundê El Bû Zaxê de jina bi navê Zehra Elî El Ceban a 23 salî hat qetilkirin.

*Di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Minbicê de Sara Hac Hisên (30) a ji gundê Ereb Hesen, birîndar bû.

*Di encama êrîşa li ser gundê Faratê yê Minbicê de jina bi navê Nedîma El Hisên El Hemûd (45) jiyana xwe ji dest da û jina bi navê Seîda El Ferec (45) jî bi giranî birîndar bû.

*7 Kanûn: Di encama topbarana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Cib Mexzomê de Fetome El Mihemed (23) birîndar bû.

Komkujiya Eyn Îsayê

*8 Kanûn: Dewleta Tirk bi SÎHA’yan êrîşî  gundê Misterîha yê li rojavayê bajarê Eyn Îsa kir. Di êrîşê de 6 jê zarok 12 kes hatin qetilkirin. 

*9 Kanûn: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Kon Eftar ê Kobanê hedef girt, 2 zarok hatin qetilkirin.

10 Kanûn: Di êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Ceida Mezin ê Kobanê de zarokê 12 salî Mehmûd Şêx Elî hat qetilkirin. Omer Mehmûd Şêx Elî (10) û Mehmûd Mehmûd Şêx Elî (8) di heman êrîşê de birîndar bûn.

*3 endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên bi navê Qemer El Sod, Ayşe Ebdulqadir û Îman ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve bi hovîtî hatin qetilkirin.

*Di êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Sefiya yê gundewarê rojavayê Eyn Îsayê de 2 jê zarok (Casim Silêman û Husam Silêman), 2 jê jin (Delal Silêman, Nadiya Silêman) 8 kesên ji heman malbatê hatin qetilkirin.

*11 Kanûn:  Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li pira Qereqozaqê êrîşî erebeyekê kir. Di erebê de 11 kes hebûn. Di êrîşê de jineke 60 salî ya bi navê Zahîde Kosî hat qetilkirin û neviyê wê Ciwan Berkel ê 8 salî jî birîndar bû.

19 Kanun: Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê êrîşên dewleta Tirk a dagirker, komên çete yên girêdayî wan û berxwedana li dijî wan dişopandin, di êrîşa dewleta Tirk de hatin qetilkirin.

Komkujiya li Sirînê

21 Kanûn: Li gundê Orm el Suxra yê rojavayê gundewarê Helebê bermahiyên şer teqiyan, di encamê de 8 zarok birîndar bûn. Li gundê Hîsan ê rojavayê gundewarê Dêrazorê jî bombeyek teqiya, zarokek jiyana xwe ji dest daye.

22 Kanûn: Di êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Cadê yê Kobanê de Nesîm Xelef (12) û dayika wê Sewsen Xelef (35) hatin qetilkirin.

23 Kanûn: Çeteyên dewleta Tirk li Minbiçê destdirêjiyê li zarokek 7 salî kir.

5 Çile: Li gundê Reşîdiyê yê Şedadê 5 zarok ji ber teqîna bermahiyên şer birîndar bûn. 

9 Çile: Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser karwanê sivîlan ê ji bo parastina av û axa xwe diçûn Bendava Tişrînê. Di êrîşê de Zozan Hemo, Kerem Ehmed El Şihab El Hemed (rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya) jî di nav de 3 kes hatin qetilkirin. Piraniya wan jin 15 kes jî birîndar bûn.

11 Çile: Dewleta Tirk û çeteyên wê li gundê Bîr Hiso yê nêzî Pira Qereqozaqê malek topbaran kir. Di encamê de zarokên bi navên Hanî Elî El Şewax (16) û birayê wî Casim Elî El Şewax (11) birîndar bûn.

*Dewleta Tirk li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê maleke sivîlan bombebaran kir û komkujiyek pêk anî. Fatme Îsmaîl Mustefa (12), Aşye Îsmaîl Mustefa (13) di êrişê de hatin qetilkirin. Hisên Îsmalî Mustefa (10), Xilûd Îsmaîl Mustefa (8), Elî Îsmalî Mustefa (2), Behriye Îsmal Mustefa (1) û Îman Îsmaîl Mustefa (5) û dayika wan jî birîndar bûn.

NÛJINHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.