• Iraqê fermî weke komkujer giliyê dewleta Tirk kir li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî. Iraqê dewleta Tirk ji ber komkujiyê şermezar kir û xwest tevahiya hêzên xwe yên dagirker ji Iraqê vekişîne. 

Piştî komkujiya 20´ê Tîrmehê ya li gundê Perex ê ser bi Zaxoyê, Iraqê fermî giliyê dewleta Tirk kir li cem Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY). Wezareta Karê Iraqê ya Derve jî fermî ji Tirkiyeyê xwest hêzên xwe ji tevahiya Iraqê vekişîne. Lê dewleta Tirk bersiva vê yekê zû da; wê devera ku lê komkujî kir careke din da ber topan. Ev jî gefxwarineke eşkere ya li rêveberiya Bexdayê û temamê Iraqê bû. Li aliyê din xwediyê havîngeha li Perexê, Mesûd Perexî jî agahiyên weke komkujer êşaret bi dewleta Tirk dikin, piştrast kirin.

Dewleta Tirk a dagirker 20’ê Tîrmehê havîngeha gundê Perex ê Zaxoyê topbaran kir û 9 geştiyarên Iraqî şehîd kirin û kir ku bêhtirî 30 kesan jî birîndar bibin.

Dewleta Tirk weke her carê komkujî red kir, lê rayedarên Iraqî piştrast kirin ku êriş ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin.

Piştî êrişê li gelek bajarên Iraq û Başûrê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Xwepêşanderan li bajarên Bexda, Kerbela, Necef, Kerkûk, Silêmanî û Hewlerê û gelek bajarên din dewleta Tirk protesto kirin, xwestin ku hêzên artêşa Tirk bi temamî ji Iraqê vekişin. Wan di heman demê de zext li siyaseta Iraqê kir da ku gavê biavêje.

Vê zextê tesîra xwe nîşan da. Wezareta Karên Derve ya Iraqê nameyeke nerazîbûnê da Sefîrê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Alî Riza Gunay. Wezaretê komkujî bi şermezar kir, û ji dewleta Tirk xwest, “Bi awayeke fermî lêborîn bixwaze û hêzên xwe ji tevahiya Iraqê vekişîne.”

Gavên Iraqê li dijî dewleta Tirk

Hikûmeta Iraqê wekî din ragihand ku wan giliyê deweta Tirk li Konseya Ewlekariyê ya NY´ê û got, “Me ji bo bidawîkirina dubarebûna êrişên Tirkiyê li ser Iraqê rêzetedbîr girtine.” 

Serokwezîrê Iraqê Mistafa Kazmî bi partiyên siyasî û komên parlamenê re rûnişt û diyar kir ji bo parastina ewlekarî û serweriyê divê gavên pêwist werin avêtin. Kazimî, bi Serokkomar Berhem Salih, Serokê Parlamenê Mihemed Helbûsî, Serokê Partiya De’we Nûrî Malikî, Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên, Serokê Rêxistina Bedir Hadî Amirî, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayeq Zêdan û komek serkirdeyên din ên Iraqê re li ser êrişa dewleta Tirk ya dagirker a li Zaxoyê civiya.

Di civînê de rewşa êrişa dawî ya dewleta Tirk ya li parêzgeha Dihokê hat gotubêjkirin. Kazimî her wiha bi wan re tevdîrên ji bo parastina serweriya axa Iraqê jî gotûbêj kirin. 

Dîsa topbaran kir

Lê diyar e ku halê hazir ev gavên Iraqê ne xema  dewleta Tirk in. Lewma, dewleta Tirk a dagirker doh careke din gundê Perexê topbaran kir. Piştî komkujiyê, di nava 24 saetan de herî kîm 21 topên din ên dewleta Tirk li gundê Perexê û derdora wê ketin. 

Xwediyê havîngehê jî şahid e

Xwediyê Havîngeha Perexê ya topbarankirî, Mesûd Perexî got, topên hatine bikaranîn yên mezin bûne, tu top bi careke li havîngehê ketine û yeke din paşê li havîngehê ketine. Ew dibêje, her guleya topê ya ketî ji wanên 2-3 kes nikarin rahêjinê ne. 

NAVENDA NÛÇEYAN