Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE)`yê dewleta Tirk xist lîsteya dewletên têkiliyên wan bi leşkerkirina zarokan re hene. Ev cara yekemîn e ku dewleteke endamê NATO`yê dikeve vê lîsteyê. Dibe ku ev jî têkiliyên Enqere û Washingtonê aloztir bike.  

Wezareta Karên Derve ya DYE’yê di rapora xwe ya têkilarî bazirganiya mirovan a sala 2021`ê de diyar kir ku dewleta Tirk li Sûriyê 'piştgiriyeke berbiçav' daye çeteyên Sultan Murad. Dewleta Tirk ev demeke dirêj e ku li Sûriyê piştgiriyê dide vê komê. Her wiha Washingtonê got, ev kom zarokan wek leşker bi kar tîne.  

Li gorî tora El-Erebiye, rayedarekî wezaretê destnîşan kiriye ku zarok li Lîbyayê jî wek leşker hatine bikaranîn.

Heman rayedarî wiha domand: “Ev cara yekemîn e ku endameke NATO`yê dikeve lîsteya qanûna qedexekirina biçekkirina zarokan.” Komên parêzvanên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY) gelek çeteyên ku dewleta Tirk ji bo hedefgirtina sivîlan, revandin û talankirinê, desteka wan dike, tawanbar dikin. NY’yê ji Enqereyê xwest ku hinek çeteyên xwe yên li Sûriyê kontrol bike, lê dewleta Tirk ev îdîa red kirin û got, ev tişt "bê bingeh" e.

WASHINGTON