Dewleta Tirk kes li hev neanî

Pêncşem 10 Adar 2022 - 22:54

  • Ji destpêka şerê Ukraynayê û vir ve, yekemcar di asta herî bilind de hevdîtin di navbera Moskov û Kyevê de hatin kirin.

Ji destpêka şerê Ukraynayê û vir ve, yekemcar di asta herî bilind de hevdîtin di navbera Moskov û Kyevê de hatin kirin. Hevdîtin doh li Tirkiyeyê pêk hat, lê bêencam ma.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmîtro Kûbela li Tirkiyeyê civiyan.
Kûbela piştî hevdîtinê got, "Em li ser agirbestê axivîn, lê belê di vê mijarê de gavek nehat avêtin."

Ûkrayna wê teslîm nebe 

Kûbela anî ziman ku hewldan wê dewam bikin: "Ûkrayna wê teslîm nebe (...) Em li dîplomasiyê vekirî ne, lê belê heger nebe, em ê welatê xwe û gelê xwe biparêzin."

Kûbela wiha dewam kir: "Me dixwest agirbestek ji bo 24 saetan bi dest bixin. Lavrov got, Moskov dixwaze qala korîdorên mirovî bike."

‘Ji bo veguhastina sivîlan  hatim vê derê’

Wezîrê Ukraynayî her wiha got, "Beriya her tiştî ez ji ber sedemên mirovî, ji bo veguhastina sivîlan hatim vê derê. Lê belê Lavrov nexwest li ser vê mijarê sozê bide."

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê jî diyar kir ku veguhastina çekan ji aliyê dewletên Rojavayî ve 'metirsîdar' e û got, "Yên ku Ukraynayê bi çekan dadigirin divê zanibin ku ji çalakiyên xwe berpirsyar in.”

Lavrov ragihand ku ew dixwazin danûstandinên bi Ukraynayê re di çarçoveya li Belarûsê de dewam bikin û got, "Hevdîtina îro piştrast kir ku alternatîfeke cuda ya formata Rûs-Ukraynayê ya li Belarûsê nîne."  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.