Dewleta Tirk girtiyekî din qetil kir
Sêşem 5 Kanûn 2023 - 00:10
Girtiyê nexweş Cemal Tanhan ê 68 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin û 30 sal bûn di girtîgehê de, piştî ku felc bû di 23’yê cotmehê de rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal a Boluyê û di 27’ê Cotmehê de jî sewqî Beşa Cerrahiya Giştî ya Nexweşxaneya Bajar a Eskîşehîrê hate kirin. Tanhan, di 6’ê mijdarê de hate tehliyekirin û 43 roj piştre jiyana xwe ji dest da. Malbat û xizmên Tanhan ji bo wergirtina cenaze ber bi Eskîşehîrê ve ketin rê. Hat diyarkirin ku wê malbat cenazeyê Tanhan li Îzmîrê defin bike.
Cemal Tanhan li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin û girtiyê 30 salan bû. Piştî ku felcê lê da, di 23’yê cotmehê de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal a Boluyê. Ji ber ku nexweşxane ji tedawiya Tanhan re nedibû bersiv, di 27’ê Cotmehê de sewqî Beşa Cerrahiya Giştî ya Nexweşxaneya Bajar a Eskîşehîrê hate kirin. Li ser serlêdanê, di 6’ê mijdarê de înfaza Tanhan hate taloqkirin û di 13’ê mijdarê de entûbe bû. Li vê derê teşhîsa penceşêra di merheleya 4’an de ji bo Tanhan hate kirin. Di dema pêvajoya tedawiyê de Tanhan êdî nedikarî biaxive, bi zatûreyê ket û av li ser kezeba wî kom bû.
Keça Tanhan, Ayşe Tanhan diyar kir ku di 27’ê mijdarê de bi bijîşkê bavê xwe re hevdîtin kirin û têkildarî rewşa bavê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî bû û gotibû:“Rewşa wî her roj xerabtir dibe. Ji ber ku di girtîgehê de bû, dereng dest bi tedawiya wî kirin. Heke zûtir bihata tedawîkirin û li derve bûya dibe ku neketa vî halî.” Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê jî ji bo berdana Tanhan di sala 2023’yan de 4 caran serlêdan kir. Lê tu encamek ji van serlêdanan derneket.
NAVENDA NÛÇEYAN