Dewleta Tirk a qirker û înkarker bi her rêbazê hewl dide Kurdan tine bike û koka wan biqelîne. Yek ji rêbaza wê jî zindan in û her tim bi deh hezaran Kurdên azadîxwaz li van zindanan digire û wan dirizîne.
Yek ji van azadîxwazan û Kurdperwerê rûspî Elî Boçnak ê 80 salî di zindana Panosê ya Agiriyê de şehîd bû. Tevî umrê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe yên giran Elî gelekî li ber xwe da û dawî tevlî karwanê pakrewanan bû.
Girtiyê nexweş Alî Boçnak ê 80 salî ku li Panosê ya Agiriyê tîpa Lʼê jiyana xwe ji dest da. Alî Boçnak di sala 2009'an de li Qersê di tevgereke dagirkeriyê de xistin nezaretxaneyê û paşê jî girtin. 7 sal û 8 meh ceza li Boçnak hatibû birîn. Cezayê li Boçnak hatibû birîn di sala 2013'an de ji aliyê Dadgeha bilind a dewleta Tirk ve hatibû pejirandin. Boçnak ji sala 2017'an vir ve li Panosê girtî bû. Ew li girtîgehê nexweş ketibû. Di nava lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan de jî cih digirt. Sûcê sereke yê Boçnak ew bû, bi kurdî mewlûd xwendibû.
Cenazeyê Boçnak wê li Qersê were veşartin.
MA/AGIRÎ