Dewleta Tirk gefa herî mezin e
În 13 Kanûn 2024 - 02:45
Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK'ê û Endama Konseya Rêveber Nîlufer Koç li ser rewşa nû ya Sûriyeyê û cihê Kurdan axivî.
Nîlufer Koç anî ziman ku hilweşîna rejîma Esad a li Sûriyeyê bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Hîzbûllah a Lubnanê dihate fêhmkirin û bi bîr xist ku Esad ne bi hêza xwe, lê bi hêza Rûsya û Îranê li ser desthilatdariyê dima. Nîlufer Koç ragihand ku bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê re Îran lawaz bû û Rûsya jî bi hin tawîzên li Ûkraynayê hatin dayin re hate bêbandorkirin û got, "Bi vî rengî Îran û Rûsya li Sûriyeyê hatin bêbandorkirin. Piştî ku ev her du hêzên rejîma Esad li ser piyan dihiştin lawaz bûn, rejîm ket. Ji vê yekê re her wiha mirov dikare bibêje ku sermayeya global netewe dewletên ji salên 1990'î û pê ve derketin holê êdî nema qebûl dikin."
Ji bo me çareserî zelal e
Ji bo pirsa 'Gelo rewşa heyî wê li Sûriyeyê çareseriyekê bi xwe re bîne yan na?' Nîlufer Koç bal kişand ser 20'ê Çileyê ku serokê nû yê DYE'yê Donald Trump wê dest bi wezîfeyê bike û got:"Dîzayna Sûriyeyê wê heta 20'ê Çileyê temam bibe. Heta ku rêveberiya Trump wezîfeyê dewr werbigire li hin herêman hin xusûs têne zelalkirin. Ji bo me çareserî zelal e. Gelê me li wê derê 12 salan berdêlên giran da û rêya çareseriyê nîşan da. Bi gelên li wê derê re feraseteke demokratîk û pirrengî hate afirandin. Lewma sîstemeke ku hemû Sûriyeyê hembêz bike hate avakirin. Eger qala demokrasiyê tê kirin hingî li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê heye."
Nekarîn lêgerîna azadiyê bişikînin
Nîlufer Koç destnîşan kir ku li ser paşeroja herêmê gefa herî mezin dewleta Tirk e û got:"Dewleta Tirk bi fikar e ku bi dîzayna nû ya Rojhilata Navîn re wê dor bê wê. Weke hedef qala Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê tê kirin. Li Iraq û Sûriyeyê rejîmên Baasê hatin beralîkirin. Li van welatan Kurdan statu bi dest xistin. Di asta navneteweyî de hate dîtin ku ev statu zerarê nade kesî. Di asta civaka navneteweyî de sempatiyeke mezin ji bo Kurdan hatibe afirandin jî hêzên navneteweyî ji ber rewşa jeopolîtîk a dewleta Tirk li hemberî êrîşên li ser Kurdan bêdeng man. Li gel van êrîşan jî berxwedana Kurdan û lêgerîna li azadiyê nekarî bê şikandin. Gel Rojava neterikand û dest ji berxwedanê berneda."
Ji bo Kurdan xeterî hene
Nîlufer Koç di serî de Minbic bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û anî ziman ku ji bo Kurdan rewşeke bi rîsk heye, pêvajo dişibe pêvajoya Kobanê û got:"Hin dewlet bi navê Kurdan diaxivin. Divê em pişta xwe nespêrin ti dewletê. Ji xwe Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî qenalên dîplomatîk in û baş jî dixebitin. Em ê bi her kesî re danûstandinê bkin, lê belê yekane hêza diyarker hêza me ya civakî ye. Kî daxuyaniyeke baş bide, ser seran û çavan, lê belê em ê ji xwe bawer bin û xwe biparêzin. Divê em nebêjin, 'Hinek wê were me rizgar bike'. Em gelekî welê ne ku sed sal in hatine birîndarkirin, lê belê pêncî sal in dîrok xwe dubare nake. Em guherîn, xurt bûn, hêza me bi pêş ket, xweparastin û rêxistiniya me bi pêş ket. Erdogan dixwaze li Kobanê nimêjê bike. Ji bo vê bike jî wê êrîşî Kobanê bike. Divê em li ber vê rabin. Divê em li ber êrîşên dagirkerî û qirkirinê rabin."
ANF/BRÛKSEL