- Dewleta Tirk a dagirker bi rasthatina salvegera komploya navneteweyî, bi serdegirtinên malan bi dehan kes kirin nezaretê. Wê hem di dema serdegirtinan sazî û malan de û hem jî piştre zilm li kesên girtî û li xelkê malan kir.
Di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de li çend bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê hêzên dewleta Tirk a dagirker bi ser sazî û malên Kurdan de girtin û gelek kes kirin nezaretê. di nava wan de dayika aştiyê ya nexweş Helîme Işik û rojnamevana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Durgut jî heye.
Polêsan doh berê sibehê, bi ser avahiya Komeleya Alikariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛAY-DER) a Sêrtê de girt. Di serdegirtinê de wan dest danî ser materyalên saziyê. Di heman saetê de polêsên Tirk bi ser malên rêveberên saziyê û hin siyasetvanên li bajêr de jî girt. Polêsan Hevseroka TÛAY-DER’a Sêrtê, Mûhsîne Ozhan, rêveberê komeleyê Necmeddîn Yûr, rêveberê komeleyê yê berê Resûl Arslan, ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Maşallah Arslan, Taybet Tekîn, Hediye Sûçîn, Vetha Kaçar, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Navendî ya berê Emîne Aşkara kirin nezaretê.
Zarok tirsandin
Polêsan di serdegirtina malê ya navçeya Sêrtê Dihê de jî Kanîte Dayanan a nexweşiyên dil û gurçikan pê re hene, kir nezaretê. Hat zanîn ku polêsan ji neviyê wê yê 4 salî re gotiye, “Dayika te tiştekî nebaş kiriye, em ê wê ceza bikin. Heke tu jî bikî em ê te jî ceza bikin.”
Sedemê serdegirtinan nehat zanîn.
Rojnamevana MA’yê kirin nezaretê
Polêsên Tirk li navend û navçeyên Şirnexê di serdegirtinên malan de gelek kes kirin nezaretê. Li Cizîrê nûçegihana MA´yê Zeynep Durgut û gelek kes hatin girtin. Hat zanîn ku li Silopiyayê jî tîmên taybet bi ser malan de girtine û Ridvan Ozmen, Dogan Şavlûk, Nesîm Sayin, Selahattîn Ormanli Û Ziya Durmuş kirine nezaretê.
Sedema girtina wan û serdegirtina malan nehat zanîn.
Li navçeya navendî ya Mêrdînê, Artûklûyê, polêsên Tirk bi ser mala dayika aştiyê Helîme Işik de girt û ew kir nezaretê. Polêsan piştî lêgerînali nava malê birin Midûriyeta Polêsan a Mêrdînê. Işik 8’ê Sibatê ji ber girêka li ser guatirê emeliyat bûbû û 12’ê Sibatê ji nexweşxaneyê derketibû.
Li Metropolan jî bi ser malên Kurdan de girtin
Li Edeneyê polêsan hemwext bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de wan deriyên hin malan şikandin û tiştên wan belawela kirin. Polêsan gelek kes kirin nezaretê û birin Midûriyeta Polêsan a Edenê.
Li Mêrsînê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de bi îdîaya “amadekariyên çalakiyan” de derbarê 52 kesan de biryara kirina nezaretê hatibû dayîn. Ji 12’ê Sibatê û vir ve di serdegirtinên malan de 43 kes hatin girtin. Yek ji ciwanan Serkan Şahîn e û ew li Miduriyeta Polêsan a Mêrsînê tê ragirtin, ji ber di kirariyên binçavkirinê yên keyfî û bêhiqûqî û zextên psîkolojîk, dest bi greva birçîbûnê kir. Hat zanîn ku Ramazan Yildirim û komeke ciwanan jî doh dest bi greva birçîbûnê kir.
NAVENDA NÛÇEYAN