Dewleta Tirk em penaber kirin

Çarşem 9 Hezîran 2021 - 03:16

Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)  doh tevî welatiyan nerazîbûna xwe ya ji bêdengiyê îfade kir û bangî berpirsan kir da ku gef û zexta li ser Herêmê bê dîtin. 

Meclîsê bang Neteweyên Yekbûyî, Wezareta Koçberan a Iraqê, hikûmeta navendî ya Iraqê, saziyên mafê mirovan kir ku li hemberî êrişên li dijî wan, bibin xwedî helwêst û berpirsyariyên xwe yên ji bo parastinê bi cih bînin.

Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûr Elî Urek got, “Sedema penaberî û derbederbûna me dewleta Tirk e.”
Di dewama daxuyaniyê de penaberan got, “Ya Tirkiye beriya 28 salan anî serê me û di jiyana penaberiyê de dewam kir, îro li Mexmûrê jî dixwaze bi heman şêwazî qirkirin û komkujiyan pêk bîne."

Di  dawîya daxuyaniyê de penaberan bang li gelan, Neteweyên Yekbûyî, Wezareta Koçberan, hikûmeta navendî ya Iraqê, saziyên mafê mirovan kir da ku li hemberî êrişên dewleta Tirk, berpirsîyarîyên xwe yên ji bo parastina penaberan bi cih bînin.

MEXMÛR

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.