Dewleta Tirk Efrîniyekî revand
Duşem 27 Kanûn 2021 - 22:33
- Li gorî agahiyên ji çavkaniyên cihî, çeteyên eniya El Şamiye ya dewleta Tirk li gundê Merskê sivîlek revand.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên cihî, çeteyên eniya El Şamiye ya dewleta Tirk li gundê Merskê sivîlek revand.
Hate gotin, gundiyê bi navê Fethî Mihemed Elî hatiye revandin û kes nizane çeteyan ew biriye ku derê.
Li gorî parêzvanên mafên mirovan, dewleta Tirk li Efrînê di nava 4 salan de 700 kesên sivîl kuştine û herî kêm 8500 kesên sivîl jî revandine. Aqûbeta kesên hatine revandin jî ne diyar e.
ŞEHBA