Dewleta Tirk dîsa Kurd qetil kirin

Şemî 9 Adar 2024 - 00:28

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, li sînorê Şêladizê ya ser bi Dihokê, xelkê ku ji bo komkirina giyayên biharî berê xwe da bûn herêmê bombebaran kiriye û di encamê de 2 kes şehîd bûne.

Li gorî agahiyan, pêr êvarî 4 kesên xelkê gundê Dêwke ya ser bi bajarokê Şêladizê ya ser bi parêzgeha Dihokê, ji bo komkirina giya berê xwe dabûn çiyayê Zêbarî ya girêdayî Şêladizê. Hate zanîn ku balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker her 4 kesên ji bo komkirina giya vedigeriyan malê, bombebaran kirine û di encamê de 2 ji wan şehîd bûne, 2 jî birîndar bûne. Navê kesên di êrişê de şehîd bûne wiha ne: Seîd Mubarek Dêwîkî yê 35 salî û Araza Ferec ê 29 salî. Herwiha navê yek ji kesên ku birîndar bûye Salih Mubarek e. Heya niha derbarê êrişê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.