- Girtiyê bi nexweşiya kanserê yê 80’ê salî, Abdullah Bora yê ku nêzî 26 salan dîl bû, jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê bi nexweşiya kanserê yê 80’ê salî, Abdullah Bora yê ku nêzî 26 salan dîl bû, jiyana xwe ji dest da. Abdullah Bora li Hepsa Tîpa D a Amedê dîl bû û pêr êvarê li Nexweşaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl jiyana xwe ji dest da.
Piştî ku malbat hat agahdarkirin, xizmên wî cenazeyê Bora ji nexweşxaneyê wergirtin û birin Bismilê. Cenazeyê Bora li goristana li Taxa Aralikê ya li navçeyê hate veşartin.
Tevî rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) gelek kes tevlî merasîma cenaze bûn.
Bora beriya bi 2 salan bi kanserê ketibû û 7 meh bûn ku bi rengekî kelebçekirî dihate dermankirin.
AMED