Dewleta Tirk dayîkek revand

Şemî 18 Îlon 2021 - 02:13

Çeteyên bi navê “Emin (Ewlehiya) Siyasî” yên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê, dayîka du zarokan ku çûbû serdana hevjînê xwe yê girtî, revand. 

Çavkaniyeke ji Efrîna dagirkirî ragihand ku “Emin (Ewlehiya) Siyasî” ya dagirkeran a ku bi fermana yekser a îstîxbarata Tirk li bajarê Efrînê dixebite, welatiya bi navê Ferîde Mistefa ya 28 salî revand. Ferîde Mistefa dayika du zarokan e û ji gundê Kurka yê navçeya Mabeta ye. 

Çavkaniyê diyar kir ku welatiya bi navê Ferîde Mistefa dema ku diçû serdana hevjînê xwe yê girtî, hate revandin. Hevjînê Ferîde, Mihemed Ebdulqadir Sîdo yê ji gundê Brîmce yê navçeya Mabeta 1’ê Îlonê li ser benda kontrolê ya ketina bajarê Efrînê, hate revandin‫.‬

Çavkaniyê da xuyakirin ku Ferîde Mistefa bi behaneya ku navê wê di lîsteya navên dagirkeriya Tirk de heye, hatiye revandin. Dagirkeran piştî ku ew revand, ew ber bi cihekî nediyar ve bir‫.‬ 

ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.