Dewleta Tirk çeteyan perwerde dike
Pêncşem 6 Sibat 2025 - 03:10
Dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ'ê yên ku piraniya wan ji Tileferê ne li Ezaz û Idlibê li kampan perwerde dike.
Dewleta Tirk ji bo perwerdekirina çeteyên DAÎŞ'ê yên ji Tilefer-Mûsilê kampên leşkerî ava kir. DAÎŞ'iyên ku serçeteyê bi navê 'Eşref Antakî' serkêşiyê ji wan re dike, ji bo êrîşî Kurdan bikin têne perwerdekirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke taybet hate wergirtin, dewleta Tirk hewl dide li Şengal, Mexmûr û tevahiya Iraqê DAÎŞ'ê ji nû ve rake ser piyan.
Li derdora Ezaz û Idlibê bi dehan kamp hatin avakirin û li van kampan li gel penaberên Iraqî û Sûriyeyî endamên DAÎŞ'ê têne perwerdekirin. Çete ji van kampan ber bi herêmên cuda yên Sûriye û Iraqê ve têne şandin. Nêzî hezar û 200 çeteyên DAÎŞ'ê yên hatin perwerdekirin, piraniya wan ji Tilefer û Mûsilê ne. Kampên ku çete lê têne perwerdekirin bi vî rengî ne:
Kampa Babi Es-Selam (Li nêzî Helebê ye), Kampa ‘Berxwedan’ (Li herêma Mara ya nêzî Ezazê ye), Mûxeyem Ehmelad (Soran, herêma Ezazê), Mûxayem Ebû El-Hetahiya (Ezaz), Kampa ‘Esîqa’, Mûxeyem El-Fuqara, Mûxeyem Atma (Harim, Idlib), El-Wedîhî Harim, li herêma Dana ya Idlibê, Es-Selam (Idlib), Mûxeyem El-Kerama (Idlib), Nûr Eş-Şam (Idlib), Qah Qah El-Ferdos (Idlib), Mûxeyem El-Eyadî El-Beyda, Mûxeyem Zehret El-Xelîç, Mûxeyem Xan El-Şêxûn, Atman (Idlib), Mûxeyem El-Îman Atma (Idlib), Mûxeyem El-Fan El-Şîmalî, Nehnû Maen, Mûxeyem Ferca, Nehnû Umma, El-Quneyterat.
ANF/HELEB