Dewleta Tirk ava wê qut dike ew avê ji ser Mexmûrê dibirre
Sêşem 30 Gulan 2023 - 01:06
Berxwedana penaberên Mexmûrê ya li dijî têlkirin û dorpêça wargeha wan, ev 11 roj in bê navber dewam dike. Leşkerên Iraqê ji bilî têlkirina dora wargehê, her wiha hewl didin bîra avê ya wargehê desteser bikin û avê ji ser xelkê wargehê qut bike.
Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, dora wargehê têl bike û bircên kontrola leşkerî ava bike. Ji roja destpêkê ve penaberên li wargeha Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.
Leşkerên Iraqê jî ev 11 roj in ku bi israr her roj hewl didin derdora wargehê bi têlan bigirin. Tevî ku di hevdîtinan de Iraqê soz da ku ew ê dora wargehê têl neke, lê her roja diçe israra wê zêdetir dibe.
Bi taybetî leşkerên Iraqê dixwazin ava wargehê qut bikin, ji bo vê wan pêr jî hewl da dora bîra avê ya wargehê bigirin û desteser bikin. Careke din xelkê wargehê li ber vê rabû û nehişt ava wan were birrîn. Leşkerên Iraqê bi taybetî berê xwe didin bîra avê û dixwazin avê bi temamî ji ser xelkê wargehê qut bikin.
ROJNEWS/MEXMÛR