Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê, Îbrahîm Şêxo got artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di Tîrmehê de, gelek sûc li dijî Efrîniyan kirine û 37 kes revandine.
Îbrahîm Şêxo got artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Tîrmehê 37 sivîlên Efrînê revandine û di nav wan de jin û kal jî hene.
Şêxo destnîşan kir ku îstixbarata dewleta Tirk 2 sivîlên ku xwestin li mala xwe ya li Efrînê vegerin, revandine. Ev kes jî Hisên Hecî ji navçeya Bilbilê ye ku 6 hezar dolar da û welatiyê bi navê Mihemed Şêxo yê ji navçeya Şera ye û hezar dolar daye da ku li Efrînê vegere.
Şêxo diyar kir ku siyaseta guhertina demografiyê û desteserkirina mal û milkan, didome û piştrast kir ku komên çete zêdetirî 21 mal û dikanên Efrîniyan desteser kirine. Şêxo anî ziman ku çeteyan wekaleta ku koçberan daye xizmên xwe da ku zeviyên wan biçînin, betal kiriye.
Şêxo piştrast kir ku çeteyên koma El-Hemzat zeviyên li 30 gundên Efrînê desteser kirin, her wiha çeteyên El-Sultan Mûrad nêzî 150 hezar darên zeytûnan piştî ku wekaleta wan çirandin, desteser kirin.
Îbrahîm Şêxo bang li aliyên navneteweyî kir da ku vegera şêniyên Efrînê misoger bikin, dagirker û çeteyên wê ji xaka Sûriyê derkevin û hesab ji çeteyên sûcdar bixwazin.
ALAN REŞÎD- ANHA/ŞEHBA