- Dewleta Tirk a dagirker, li Efrîna dagirkirî 11 kesên din di nava 10 rojan de revandin.
Dewleta Tirk a dagirker, li Efrîna dagirkirî 11 kesên din di nava 10 rojan de revandin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên cihî, li navçeyên Şiyê, Cindirês, Mabeta, Raco û Şera yên Efrînê yên ji sala 2018’an ve dagirkirî, di nava 10 rojên dawî de herî kêm 11 sivîl hatine revandin. Bi aqûbeta wan jî nayê zanîn.
Kesên hatine revandin ev in:
*l Hêvîn Tarî ji gundê Çeqela yê navçeya Şiyê.
* Mihemed Nezmî Nasan (19 salî ye) ji gundê Xelnêrê yê navçeya Mabeta.
* Mihemed Mihemed Oso, Mehmûd Ehmed Hacî û Luqman Nûrî Mistefa ji gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta.
Heman çavkaniyan da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk ên bi navê “polêsên leşkerî” yên rasterast ser bi MÎT`a Tirk jî ev welatî revandine:
* Hecî Îsmaîl (30 salî ye) ji gundê Keferdelê yê navçeya Cindirêsê.
Xelîl Mihemed Reşîd (40 salî ye) û hevsera wî Nazliyê Mistefa yên ji gundê Mosako yê navçeya Raco.
Mihemed Xelîl Reşîd (38 salî ye) ê ji gundê Bilîlko yê navçeya Raco.
Ayaz Hesen Zelxoko (14 salî ye) ê ji gundê Bedîna yê navçeya Raco.
Arif Hemdoş ê ji gundê Kefercenê yê navçeya Şera.
ANHA/ŞEHBA