• Medreseya Feqîyê Teyran a li gundê Keraşînê yê navçeya Basa ji ber xemsariyê tine dibe.

Medreseya Feqîyê Teyran a dîrokî li gundê  Keraşînê ye li navçeya Basa ya ser bi Şirnexê. Ji ber xemsarriya dewleta Tirk û xelkê deverê, hilweşiyaye û tenê dîwarên wê mane.

Li herêma  Şirnexê  heta niha gelek berhemên dîrokî ji ber xemsariya dewletê tine bûne. Berhemên mayîn jî bi ti awayî nayên parastin û li ber tinebûnê ne. Medreseya Feqîyê Teyran a li gundê Keraşînê yê navçeya Basa jî yek ji van berheman e. Medreseya ku tê gotin, Feqîyê Teyran tê de xelk perwerde kiriye, ji ber bêxwedîtiyê hilweşiyaye. Li gorî hin çavkaniyan, medrese weke yekem medreseya şairê klasîk ê Kurd Feqiyê Teyran tê penasekirin. Lê niha tenê dîwarên medreseyê mane û medrese di her warî de hilweşiyaye. 

Jixwe dewleta Tirk a dagirker medreseya dîrokî heta niha neparastiye. Jixwe salên 1990’î, Midûriyeta Rêyên Bejî yên vê dewletê, rêyek di nav medreseyê re derbas kirine û piraniya medreseyê hilweşandine. Li beşên medreseyê yên mayî jî ji ber operasyonên eskerî û xemsariya xelkê herêmê, xesareke mezin bûye.

ŞIRNEX