Dewlet berpirsê kuştin û destavêtinê ye
Çarşem 26 Tebax 2020 - 16:20
- Eskerê dewleta Tirk a dagirker Çawîşê Pispor Musa Orhan ê dest avêt Îpek Er a 18 salî û bû sedema kuştina wê, hat berdan.
Eskerê dewleta Tirk a dagirker Çawîşê Pispor Musa Orhan ê dest avêt Îpek Er a 18 salî û bû sedema kuştina wê, hat berdan.
Çawîşê Pispor Musa Orhan li Batmanê dest avêt Îpek Er a 18 salî û piştî Îpek Er xwe kuşt hat girtin, lê dîsa hat berdan.
Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca ya berê gotibû dê Mûsa Orhan were berdan bal kişand ser daxuyaniyên Sûleyman Soylû û got: “Me di daxuyaniya Soylû de fêm kir ku wê Mûsa Orhan were berdan. Ji bo hêrsa xelkê sist bikin tecawizkar hat girtin. Piştî demeke kurt ku serdanên sersaxiyê ji bo Îpekê didomiyan hat berdan. Berdana Mûsa Orhan peyamek ji bo jinan e. Ev dewama konsepta destavêtinê ye.”
Ûca destnîşan kir ku rayedarên dewletê ku xemsar nêzî kuştina Îpek Er bûn niha jî tecawizkaran diparêzin û got: “Soylû dibêje ‘cenazeyê me ye.’ Lê ji bo girtina Mûsa Orhan nakeve nava hewldanekê. Di esasê xwe de ev îtîrafek e. Berpirsiyarê vê yekê dewlet e. Ne ji bo girtina wî ji bo berdana wî dixebitin. Tevî hemû hêrsa gel û nerazîbûna partiya me û tevgera me ya jinan tecawizkar hat berdan.” NAVENDA NÛÇEYAN