Dewlet asteng e Civak hewar e

Pêncşem 9 Sibat 2023 - 16:32

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku bi erdhejê re, derketiye holê ku saziyên dewletê bi tenê ji bo nîşandanê ne û derketina ji heqê felaketên wiha, bi piştevaniya civakî mumkin e.

Karasu bal bire ser bêkêîrî û heta astengkariya alîkariyan bi destê saziyên dewleta Tirk û got, “AFAD saziyeke dewletê ye, pê re nagihîje, wê negihîje. AFAD, bi vê erdhejê hilweşiya. Derket holê ku saziyeke bi tenê ji bo nîşandanê ye. Ev dewlet jixwe ti budçeyê ji bo birêxistinbûnên wiha venaqetîne, razemeniyê lê nake. Derdê wê, dewlemendkirina hevkar û alîgirên xwe ye. Tevdîr nînin.”

Karasu pirsî ka dewleta Tirk a bacên erdhejê ji xelkê standin, çi ji wan bacan kiriye û paşê li ser hevjariya civakî wiha peyivî: “Divê civak bi hev re bi xurtî bibe piştevan. Mirov bi karesatên wiha re dikare bi piştevaniya civakî serî derxe. Min gava din guhdarî kir; dibêje gundê me jî xera bûye, em ê çadiran bişînin, betaniyeyan bişînin. Alav û amûran bişînin ji gundê xwe re. Dewlet nahêle. Ew bixwe jî nabe. Dibêjin, em bidin dewletê, wê bibe kû ne diyar e. Xelk wê zû bi zû bigihîne. Cîran wê zû bi zû bigihînin.

Divê piştevaniya civakî zêde bibe, guhdariya dewletê neyê kirin. Hevgirtin û rêxistinbûna civakê giring e. Çareseriya bingehîn civak dibîne. Derfetên gel dermanên birînan hemûyan in. Gelê Kurdistanê gelekî birêxistinkirî ye, gelekî xwedî hişmendî ye. Ew demildest di qadên xwe de ji karesetan re dibin çareserî.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.