Devrîm Ayik ê nexweş bernedan
În 8 Nîsan 2022 - 22:03
- Rûniştina doza girtiyê nexweş, rojnamevan Devrîm Ayik ê rewşa wî giran e, bi rê ve çû û dîsa dadgeha Tirk biryara dewama girtina wî da.
Rûniştina doza girtiyê nexweş, rojnamevan Devrîm Ayik ê rewşa wî giran e, bi rê ve çû û dîsa dadgeha Tirk biryara dewama girtina wî da.
Li girtiyê nexweş rojnamevan Devrîm Ayik û 12 kesên din bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkarîdana rêxistinê” doz hatiye vekirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Izmîrê ya 2’yemîn hat lidarxistin. Devrîm Ayik û parêzerê wî Kasim Saglam di rûniştinê de amade bûn.
Devrîm Ayik got, şert û mercên girtîgehê bandoreke nerênî li ser nexweşiya wî dikin û ew nikare li xwe binêre. Devrîm Ayik xwet ku bê berdan.
Heyeta dadgeha Tirk daxwaza berdana Devrîm Ayik red kir. Rûniştin taloqî 3’yê Hezîranê hat kirin.
IZMÎR