• Li Ukraynayê, bi êrişa Rûsyayê re şerî 24'ê Sibatê dest pê kir û hîna jî bi bombardûman û şerê giran, dewam dike.

Li Ukraynayê, bi êrişa Rûsyayê re şerî 24'ê Sibatê dest pê kir û hîna jî bi bombardûman û şerê giran, dewam dike. Li bajarê Lvîv ê li rojavayê welêt, li nêzî balafirgehê dengê teqînan hate bihîstin. Heta niha ji welêt herî kêm 3 milyon û 1oo hezar mirov koçber bûne.

Aliyên şerî, Rûsya û Ukrayna şer j, hevdîtinan jî dewam dikin. Doh sibehê li bajarê Lvîvê teqîn çêbûn. Şaredarê bajêr got, êriş li ser herêma balafirgehê hatiye kirin.

Dorgirtina li Marîûpolê jî dewam dike. Ew bajarekî stratejîk ê bendergehê ye. Rayedaran diyar kir ku di nava hefteyekê de 30 hezar kes ji bajêr hatine derxistin. Li gorî îdîayên rayedarên Ukraynayî, avahiya şanoyê ya ku bi sedan kes lê bûn roja Çarşemê hate bombekirin.

Nehate eşkerekirin ka ji ber bombardûmanê çend kes mirine. Şaredariya Marîûpolê îdîa kir ku ji sedî 80´yê avahiyên li bajêr hilweşiyane. 

Firrîna li Donbasê qedexe ye

Rûsyayê herêma Donbasê weke meydana li firînê qedexe ragihand.  Li vê herêmê Donetsk û Lûhansk hene ku bi rengekî yekalî xwe weke komar ragihandin û alîgirê Moskovê ne.

Bêhtirî 3 milyon koçberan

Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskiy jî got, herêmên esasî û krîtîk ên ku hêzên Rûs hewl didin bi dest bixin, hîna jî di bin kontrola wan de ne.

Li aliyê din, li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), ji destpêka şer û vir ve 3.1 milyon mirov ji Ukraynayê derketine û li welatên cîran û yên Ewrûpayê bûne penaber.

Wezîrên Karên Derve yên G7´ê daxuyanî dan û gotin, "Failên sûcê şer ê li Ukraynayê wê li pêşiya edaletê ya navneteweyî hesab bidin."

Serokê DYE'yê Joe Bîden yekemcar ji bo Serokdewletê Rûs Vladîmîr Pûtîn got, "Sûcdarê şer e".

Kongreya DYE'yê jî ragihand ku ew amade ne statuya bazirganiyê ya Rûsya û Belarûsê di ber çavan re derbas bikin. 

Rûsyayê her wiha li Konseya Ewlekariyê ya NY´yê pêşî li erêkirina biryareke têkildarî şerê li Ukraynayê girt. Moskovê nerazîbûn nîşanî pêşniyazkirina pêşnûmeyekê kiribû ku êrişa li ser sivîlan red dike. Rûsyayê ji hevalbendên xwe yên nêz ên mîna Çîn û Hindistanê nekarî piştgiriyê wergire. 

NAVENDA NÛÇEYAN