Dev ji zor û zextê berdin 

Çarşem 3 Sibat 2021 - 01:47

Li zindanan çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKKʼê li dijî tecrîdkirina Rêber Apo  û êşkenceya li zindanan, di roja 69’an de ye. Xizmên girtiyan ji bo şikandina tecrîdê bang li her kesî kirin ku li dor çalakiya girtiyan bibin xelek. 

Girtî Bîrdal Abay berê 142 rojan li dijî tecrîdkirina Rêber Apo di greva birçîbûnê de mabû. Malbata wî diqirqile û naxwaze pêvajoya çalakiyê biguhere çalakiya demê berê û dibêjin; ew li wir dikevin çalakiyê û em li vir dimirin.

Bîrdal Abay, di 5'ê Çileya 2019'an de daxilî nav çalakiya greva birçîbûnê ya di 8'ê Mijdara 2018'an de bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê hatibû destpêkirin, bûbû û 142 roja di greva birçîbûnê de mabû. 

Dayika wî Binevş Abay li ser kurê xwe got: "Kesên tiryakê difiroşin, tacizkar û tecawizkaran berdidin, lê kesên wekî kurê min bêsûc bernadin. Bi salan e kurê min girtiye, lê bila werin ji min re bibêjin me ji bo filan tiştî ew girtiye." 

Dayikê weha got: "Ji ber ku ti rê nehiştine zarokên me dikevin greva birçîbûnê. Dibe ku niha kurê min di greva birçîbûnê de be. Em bang li dewletê dikin; dev ji zext û zoriyên xwe berdin. Daxwazên zarokên me qebûl bikin." 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.