CÎK’ê ji bo Mele Abdulkerîm Han ê ku rehmet kir, peyameke sersaxiyê weşand û got “Wî ti carî dev ji Îslamiyeta rast û xeta Kurdistanê berneda.” 

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) ji bo Mele Abdulkerîm Han peyameke sersaxiyê weşand. 

CÎK’ê got, “Stêrkeke din xuricî. Meleyekî din ê malbata Civaka Îslamiya Kurdistanê rehmet kir. Mele Abdulkerîm Han ê ku di 20.05.1945’an de li gundê Înaqa ya Wartoyê ji dayik bûye, li Kurdistanê di medreseyan de xwendiye. Mele Abdulkerîm Han ê neteweperwer û welatparêz li hemberî dewletê bû û diyar dikir dewlet dîn berevajî dike û gelê me dixapîne. Ji ber vê helwêsta wî, meleyên dewletê û dewleta Tirk êrişî wî dikirin. Ew li Elmanyayê di nav Hereketa Îslamiya Kurdistan û Civaka Îslamiya Kurdistanê de xizmetên mezin dike. Mele Abdulkerîm Han ti carî dev ji Îslamiyeta rast û xeta Kurdistanî bernade û pirraniya temenê xwe li xerîbiyê derbas kiriye. Mele Abdulkerîm di 19.09.2021’an de ji ber ku dilê wî sekinî, rehmet kir.”

HAMBURG