Destûreke adilane divê

Duşem 12 Gulan 2025 - 02:55

Çalakgerên siyasî û sivîl ên Dêrazorê daxwaza sazkirina destûreke nû ya Sûriyeyî ya adilene kirin û gotin:"Pêwîst e di destûrê de bendên beşdariya aktîv a tevahî pêkhateyên civakê di biryardanê de; çi li ser asta xwecihî yan jî niştîmanî, hebin."

Danezana destûrî ku desthilata Şamê di 13’ê Adarê de derxistiye rastî pêleke tund û rexneyên tûj hat û Sûriyeyiyan ew danezan bi têkçûyîna hêviyan û dubarekirina siyaseta Partiya Baas’ê û rejîma berê ya Sûriyeyê wesif kir.

Hejmarek ji çalakvanên siyasî û sivîl ên kantona Dêrazorê li ser girîngiya destûreke Sûriyeyî ku nûnertiya giştî ya tevahî aliyan bike, axivî.

Endamê Komîteya Xizmetguzarî ya Meclisa Rêveber a gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê Xelîl El Salih axivî û got: "Pêwîst e di destûrê de bendên beşdariya aktîv a tevahî pêkhateyên civakê di biryardanê de; çi li ser asta xwecihî yan jî niştîmanî, hebin. Her wiha divê makenîzmayên rastîn ên bihêzkirina jinan û ciwanan ji bo beşdariya siyasî û civakî werin peydakirin."

Hevseroka Nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê Sîham El Ehmed diyar kir ku divê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di sazkirina pêvajoya veguhêz de beşdar bibin û got: "Weke şertê cewherî ya pêkanîna îstîqrara mayînde divê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê beşdarî pêvajoya veguhêz bibin. Ji ber tecrûbeyên dîrokî îsbat kirin ku çi projeya siyasî ku xwe dispêre diyalogên girtî yan jî yekalî bi bin dikevin."

Her wiha hevserokê Meclisa Gundê Meraşide Esed El Dexîl jî got digel astengiyên dijwar ku Sûriye zêdetirî 10 salane rûbirûyê ye pêdivî bi lêvegereke destûrî li ser bingehên qanûnî heye.

ANHA/DÊRAZOR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.