Koordînasyona Civaka Êzdîxan ya Ewropayê (KCÊE) têkilî astengiya PDK’ê ya dema merasîma Mîr Tehsîm Beg ya li Çira TV û ajansa Êzîdî 24 helwest nîşan da û got, "Astengkirina ragihandina civaka Êzîdî ya li vê herêmê ji aliyê PDK’ê ve, êriş li dijî çavkaniya vê baweriyê ye, têkbirin û tûnekirina perestgeha Laleşa Nuranî, ola Êzdayetiyê û çanda vê civakê ya dîrokî ye. PDK naxweza ku çira rastiyê ya vê bawerî û civakê bê pêxistin, ew bikaribin pêşiya xwe bibînin, xwe ji tarîtiyê biparêzin û neyên helandin."
Di daxuyaniya KCÊE de ev jî tê gotin: “Ya herî sosret jî ew bû ku, ragihandina qirkirin û fermanan ya fermî ya dewleta Tirk, Ajansa Anadolu ku ji bilî propagandeya faşîzm û qirkirinê nake, li cihê merasîmê li perestgeha Laleşa Nuranî amade bû û ev merasîm şopand. Ajansa Anadolu ew ajansa ku heya niha, ji bilî reşkirina civaka Êzîdî, hedef nîşandana Şengalê, berovajîkirina rastiyê, manîpûlekirina raya giştî derbarê civaka Êzîdî û baweriya wê de tiştekî din nekiriye. Li aliyekî astengkirina ragihandina civaka Êzîdî, li aliyê din jî hebûna Ajansa qirkirin, ferman û dagirkeriyê ya dewleta Tirk, ev yek ji bo PDK‘ê û kesên ku pêşî li vê yekê vekirine sûc, rûreşî û eybek mezin e. Dîrok wê rojeke hesab ji wan kes û hêzên ku bûna sedema vê yekê bixwaze.
Pîvana azadiyê ya Mîrê Şêxan, Babaşêx û Meclîsa Ruhanî rakirina astengiya li pêşiya Çira TV û qenala Êzîdî 24 ya li Laleşa Nuranî ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN