- Hevseroka KCDK-E´yê Zubeyde Zumrut: Em ê bi xelkê re bicivin. Em ê biçin cem xelkê. Di civînên gel de em ê nepeyivin, lê guh bidin xelkê. Gava ku bi dehhezaran kes daketin meydanan, dewlet wê neçar bin ku me muxateb qebûl bikin.
DENIZ BABÎR / FRANKFURT
Hevseroka KCDK-E´yê Zubeyde Zumrut got, ew ê pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re ji Meseleya Kurd re Çareserî” bibin qonaxeke nû: “Em pêvajoyê dibin qonaxa duyemîn. Em ê li şûna çalakiyên bi sed kesî, bi çalakiyên bi dehhezaran kesî bi ser wan de biçin.”
Pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re ji Meseleya Kurd re Çareserî” ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya Kurd ev bêhtirî mehekê ye ku tê birêvebirin. Pêngavê 10´ê Cotmehê dest pê kir û li bêhtirî sed navendan belav bû. Gelek sendîka, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîst, rêxistinên civaka sivîl, akademîsyen, siyasetvan, bi giştî bi hezaran kes tev li vê hemleyê bûn. Kurd û dostên wan li seranserê dinyayê çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê dewam dikin.
Pêngava yekem a kurewî ye
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan li Ewrûpayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut, ji me re behsa çalakiyên di çarçoveya vê pêngavê de kir. Wê got, “Dewletên Ewrûpayê biryara komployê, bêbextiyê da. Ji ber wê yekê girîng bû ku pêngav li vir li Ewrûpayê dest pê bike. Zubeyde Zumrut bi bîr xist ku berê jî gelek pêngav bi heman armancê hatine destpêkirin û wiha peyivî: “Pêngavê wiha muhim bi pirranî ji Bakurê Kurdistanê dihatin destpêkirin. Lê ev cara pêşî ye ku pêngaveke kurewî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li bêhtirî sed navendî bi destê dostên kurdan hatiye destpêkirin. Ya ku pêşengiyê ji pêngavê re dike jî weke mekan Ewrûpa ye.
Li ser lezgînbûna meseleyê jî wê got, “Min berê di pêngavên weke ´Abdullah Ocalan îradeya min a siyasî ye´ yên weke wê de bi awayekî çalak cihê xwe girt. Ji ber wê ez dikarim bibêjim, bi îhtîmaleke mezin cara yekê ye pêngaveke wiha ya navneteweyî ya ku li derveyî Kurdan hatiye lidarxistin, û ji bilî Kurdan jî bi dehan nasnameyên din tev li dibin pêk tê. Ev jî nîşanî me dide ku ev daxwaz lezgîn e û bivênevê ye!.”
Em dikevin qonaxa duyem
Zubeyde Zumrut got, weke KCDK-E´yê wan hemwextî pêngavê li gelek navendan çalakiyên konvedanê yê 3 rojî li dar xistine û dostên Kurdan tevlî van çalakiyan jî bûne. Zubeyde Zumrutê di dewamê de got, “Tevî ku ne di wê astê de ye ku em jê razî bibin, raya giştî qismî hat agahdarkirin. Çalakiyên bi vî rengî êdî klasîk bûne û kêm in. Ji ber wê piştî minaqeşeyan, me biryar da ku em çalakiyên xwe li xelkekî ferehtir belav bikin. Di vê çarçoveyê de me meşên girseyî û navendî li ewrûpayê li dar xistin. Li cem vê jî me giraniya xwe da xebatên dîplomatîk jî. Me heyetên ji hiqûqzan, siyasetvan û pisporan pêk anîn, û plansaziyek kir da ku wan bişînin Îmraliyê. Em vê pêvajoyê dibin qonaxa duyem û ji bo ku bi ser keve em ê tevahiya hêza xwe seferber bikin.”
Bi sed hezaran dakevin meydanan!
Zubeyde Zumrut got, wan îşaret bi wê yekê kiriye ku divê çalakiyên pasîf li pey xwe bihêlin û wiha dewam kir: “Her çend, bersiva dosyayên me dayî parlamenan nehatibe jî em dikarin zorê li wan bikin ku bersivê bidin bi rêya çalakiyên girseyî û berxwedaneke biryardar. Em gava lingê civakî yê xwebirêxistinkirinê xurt bikin, em ê li şûna çalakiyên sedkesî bi hezaran û dehhezaran bi ser wan de biçin. Armanca me ya esasî ew e ku bi civînên xwe yên gel ên bi ruhê seferberiyê, bi rewşenbûneke nû, bi têgihiştinê, em xelkê ji bo azadiya Rêber Apo daxin meydanan, meydanan tije bikin. Di encamê de jî em ê zorê li CPT û saziyên muxateb bikin. Gava ku bi dehhezaran kes daketin meydanan, dewlet wê neçar bin ku me muxateb qebûl bikin.”
Sed hezar kartên posteyê
Zubeyde Zumrut da zanîn ku ew ê weke Komîteya Pêngavê mehê du caran bicivin û wiha peyivî: “Di çarçoveya plansaziyê de şandina sed hezar kartên posteyê ji Îmraliyê re heye. Bi vî awayî, gel wê têkiliyeke yekser bi Rêbertiya xwe re deyne.”
17´ê Sibatê li Dusseldorfê
Zubeyde Zumrutê da zanîn ku ew ji bo 17´ê Sibatê xwe ji meşeke navendî ya li Dusseldorfê re jî amade dikin û wiha peyivî: “Tevahiya partiyên kurdistanî û rêxistinên civaka sivîl wê tev li bibin. Di vê çalakiyê de wê peyamek bê dayîn; tenê Rêber Abdullah Ocalan muxateb e ji bo çareseriyê”
Zubeyde Zumrut ji bo tercîha Elmanyayê jî got, “Elmanya di warê siyaseta xwe ya dewletê û rola xwe ya di meseleya Kurd de aktorekî giring e. Em jî, gava xwe ji bo meşa navendî ya 17´ê Sibatê amade dikin, bi vê cidiyetê em xwe amade dikin. Em ê xelkê Kurd ê li Elmanyayê bibin vê çalakiyê. Armanca me ew e ku hejmar ji sedhezarî bibihure.”
Em ê guh bidin xelkê xwe
Zubeyde Zumrut got, lingê herî muhim yê vê pêngavê birêxistinkirina xelkê ye û wiha dewam kir: “Em ê bi xelkê re bicivin. Em ê biçin cem xelkê. Di civînên gel de em ê nepeyivin, lê guh bidin xelkê. Meha bê li Berlînê wê li du cihên cuda civînên gel bên lidarxistin. Parêzerên Rêbertiyê jî wê tev li van civînan bibin.”
Meşa li dijî qedexekirina PKK´ê
Zubeyde Zumrut herî dawî jî bal bire ser çalakiya 18´ê Mijdarê ya li dijî qedexekirina PKK´ê li Berlînê û got, “26´ê Mijdarê salvegera li Elmanyayê qedexekirina PKK´ê ye; qedexeya PKK´ê 30 salên xwe temam dike. Elmanyayê hîna dev ji vê biryara xwe bernedaye. Em ê jî wekî Kurd û dostên Kurdan 18´ê Mijdarê li dijî vê qedexeyê meşeke protestoyî lidarbixin. Ji bo çalakiyê wê her navendê otobus rabin. Ez bang li tevahiya gelê me dikim, werin em 18´ê Mijdarê li dijî vê qedexekirina bê mane ya PKK´ê dengê xwe bilind bikin!”