Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bal kişand ser xwesteka ENKS’ê ya li dijî perwerdeya kurdî û pergala hevserokatiyê û destnîşan kir ku xwendina bi zimanê kurdî destkeftiya herî bi nirxa şoreşa Rojava ye û pêkhatina xewna bi sedan salan e.
KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser daxwaza ENKS’ê ya rakirina perwerdeya bi kurdî û li şûna wê danîna pergala perwerdeyê ya hikumeta Şamê û rakirina pergala hevserokatiyê.
Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê di beşeke daxuyaniya xwe de weha dibêje:
“Di van rojên dawîn de daxuyaniya ENKS'ê ya tê de dixwaze li dibistanên heremên girêdayê Rêveberiya Xweser minhaca hikumeta Şamê vegere û sîstema hevserokatiyê were rakirin. Ev tê wê maneyê, ev dijminatiyeke ji dijmin zêdetir dijminatiya li hember nirx û destkeftiyên gelê Kurd û gelên din ê heremê ye. Heman ENKS'ê ku piştî hevdîtina li gel rayedarên dewleta Tirk a faşîst bi gotina "Dîploma anku şehadeya dibistanên herêma Rêveberiya Xweser li qada navdewletî nayê qebûlkirin" xwe wekî ku paşeroja Kurdan difikire nîşan bide jî, a rast ew e ku bê ziman ne tenê Kurd, tu neteweyek nikare xwedî nasname, hebûn û paşerojeke azad be. Ev helwesta dij-Kurd û dij-demokrat ku her kêlî şoreşa Rojava bi gotina hevkariya li gel hikumeta Şamê tawanbar dikir, îro bi helwesta xwe ya li hember perwerdeya bi zimanê kurdî û bi piştgiriya xwe ya ji bo vegera menheca rejîma Sûriyê du rastî bi hev re eşkere kirin: A yekem; ENKS'ê ji ber ku bi tu şêweyî beşdarî pêvajoya têkoşîna şoreşê nebû û tu berdêl nedan, lewma xwedî derketina destkeftiyên şoreşê jî wek erkê xwe nabîne û amade ye ku li ser destkeftên heyî bazarê bike. A duyem; ew jî gelek baş dizane ku di serî de gelê Kurd, gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bi tu şêweyî ne daxwaza vegera minhaca rejîmê, ne jî rakirina sîstema hevserokatiyê qebûl nekin. Ew ê jî bi van rojevên pûç bikare pêvajoya hevdîtinên yekitiya neteweyî bi qasî ji dest tê, dirêj bike, bixe warekî aloz û di encamê de PYNK'ê bi têkdana hevdîtinan tawanbar bike. Bi van tevan eşkere ye ku ENKS bi vê helwesta xwe ne tenê li dijî şoreşa Rojava ye, bi ewqasî jî li dijî ziman û çanda kurdî ye û bi vê pêşniyarê bi rengekî vekirî ji netewperestiya Tirk, Ereb û Fars dixwaze ku polîtîkayên xwe yên qirkirin û bişaftinê bidomînin.”