• “Heger hûn dengê xwe di hilbijartinên Iraqê de nedin, ev ê li xêra hizbên desthilatdar be. Bi dengê xwe hizbên ku tiştek ji bo we nekirine, ceza bikin. Ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê were rawestandin, ez ê kar bikim û ji bo vê jî raya giştî ya Iraqê bixim nava liv û tevgerê.”

IDRÎS KARA / SILÊMANÎ
 
Hilbijartina pêşxwe ya parlamena Iraq, wê li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê 10’ê Cotmehê bi rê ve biçe. Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi merasîmekê bername û helwêsta xwe ya hilbijartinê 7’ê Îlonê de li Silêmaniyê diyar kiribû. Tevgera Azadî namzetên serbixwe yên ku ew destekê dide wan jî dan nasîn. Li gorî wê Tevgera Azadî wê piştgiriyê bide 4 namzetên serbixwe. 

Yek ji wan namzetê Herêma Raperînê Mihemed Hesen Hemed e. Mihemed li Zanîngeha Selahedînê beşa Ragihandinê xwendiye. Niha jî Hevşaredarê Şaredariya Gel ya Binarê Qendîlê ye. Mihemed Hesen li ser sedema namzetbûna xwe, armanc û projeyên xwe ji me re axivî. 

Wê mafê Kurdan biparêze

Mihemed Hesen destpêkê dide zanîn ku ji ber ku heta niha nûnereke/î rasteqîn ê herêma wan neçûya parlamenê, wî xwe kiriye namzet.

Sedemeke din jî ew ew ku li parlamena Iraqê parastina mafê gelê Kurd bike. 

Sedema girîng jî dagirkeriye

Lê ji bo Mihemed Hesen sedema herî girîng a namzetbûnê, dagirkeriya dewleta Tirk e: “Her tim Başûrê Kurdistanê nexasim jî herêma me ji aliyê dewleta Tirk ve tê bombebarankirin. Kes rê li vê nagire û naxin rojevê, heger werim hilbijartin, dixwazim bala raya giştî ya Iraqê bibim ser dagirkeriya Tirk.” 

Mihemed Hesen ragihand ku berê hizbên Başûrê Kurdistanê yên desthilatdar, bi dengê gelî çûne parlamena Iraqê, lê ji bo destketiyên xelkê Kurdistanê tênekoşiyane, tenê ji bo destketiyên kesî, mal û pere bûne parlamenter. 

Raperîn hatiye jibîr kirin

Di dewamê de Mihemed Hesen behsa girîngiya Herêma Raperînê dike; “Sala 1991’ê destpêkê li Ranye, raperînê serî hilda. Ji bo wê jî ev herêm xwedî stratejiyek girînge. Lê îro ev herêm hatiye jibîrkirin, gelek caran dewleta Tirk bombeyan li vê herêmê dibarîne, zirereke mezin lê dike. Di warê aborî de ti girîngiyekê nadin vê herêmê. Ji ber nebûna kar, ciwan berê xwe didin welatên ji derve. Herêm di warê geştiyarî de gelek girîng e, li ser sînor e, lê tiştek ji boyî nehatiye kirin. Herwiha di warê çandinî û sewalkariyê de jî herêmek guncaw e.

Ger werim hilbijartin, dixwazim ewlekariya herêmê misoger bikim. Ez ê ji bo mafê karmendên Kurdistanê kar bikim, heman mûçeyê karmendên Iraqê ji bo karmendên Kurdistanê jî divê were dayîn. Ezê ji bo wan jî têbikoşim.”

Dagirkeriyê wê bixe rojeva Iraqê

Mihemed qala dagirkeriya dewleta Tirk jî dike û dibêje; “Rojane di encama êrişên dewleta Tirk de xelkê sivîl şehîd dibe, Tirkiye roj bi roj baregehên xwe yên leşkerî û sîxurtiyê di nava Başûrê Kurdistanê de zêde dike. Em dibînin di asta hikûmeta Iraqê de li hemberî vê bêdengiyek heye û ti carî jî naxin rojevê. Ez ê ji bo rê li ber dagirkeriyê bigirim, kar bikim. Ez bi xwe jî xelkê Binarê Qendîlê me, rojane bombeyan li me dibarînin, daristanan dişewitînin, bax û baxçeyan tine dikin. Dixwazim li ser dagirkeriya Tirk raya giştî ya Iraqê bixim nava liv û tevgerê. Ger werim hilbijartin, dixwazim serweriya xaka Iraqê û Kurdistanê biparêzim.”

Boykot nekin

Namzetê serbixwe Mihemed Hesen herî dawî bang dike li xelkê, da ku bi dengê xwe hizbên desthilatdar ceza bikin; “Rast e xelk westaye û ji hilbijartinan sar bûye. Li gorî xelkê bi hilbijartinan ti armancek bi dest nakeve. Ji ber ku desthilatdar dengan dikirin û pê li ser kursî dimînin. Ez bang li her kesê dikim, hilbijartinan boykot nekin û dengê xwe bidin. Bi dengê xwe, namzetên serbixwe, namzetên rast ku nunertiya we bikin, bi ser bixin. Bi dengên xwe desthilatê ceza bikin, kesên nekarîne nûnertiya we bikin ceza bikin. Ji ber ku heger hûn dengê xwe nedin, ev yek wê li xêra hizbên desthilatdar be. Ez nexasim bang li xelkê Herêma Raperînê dikim, dengê xwe bidin û tevlî hilbijartinan bibin. Divê welatên Ewrûpayê çavdêriya hilbijartinan bikin, xelkê hemwelatiyên Iraqê û li Ewrupa jî divê dengê xwe bidin.”

Namzetên Tevgera Azadî

Tevgera Azadî îsal destekê dide çar namzetên ser bixwe. Ev namzet li jêr in:

- Ronak Mecîd Fetah
Sala 1967’an ji dayik bûye. Zanîngeh qedandiye û li Silêmaniyê dimîne.
Namzeta hejmar 24 a herêma 2 ya parêzgeha Silêmaniyê ye.

- Mihemed Hesen Hemed
Sala 1988’an li Binarê Qendîlê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Selahedînê, beşê ragihandinê temam kiriye. Hevşaredarê Şaredariya Gel a Binarê Qendîlê ye. Di warê şaredariyê de xwediyê ezmûna 7 salan e.
Namzetê hejmara 29 a herêma 4 a parêzgeha Silêmaniyê ye.

- Yusra Receb Kemar
Sala 1977’an ji dayik bûye. Ji beşê yasayê xwediyê dîplomaya masterê ye. Niha parlamentera Iraqê ye.
Namzeta hejmara 23 ya herêma 5 a parêzgeha Silêmaniyê ye.

- Şirîn Ebdullah Mihemed
Sala 1978’an li Kerkûkê ji dayik bûye. Beşê yasayê temam kiriye. Aktîvîsta jinan e.
Namzeta hejmara 33 ya herêma 1 a parêzgeha Kerkûkê ye