Desteya Perwerdê êriş rûreş kirin

Sêşem 30 Tebax 2022 - 22:24

  • “Em bêdengî û Hevkariya Hêzên Gerantor bi dewleta Tirk re şermezar dikin”  

Desteya Perwerdê û Fêrbûnê ya Herêma Firatê, bi dirûşma “Em bêdengî û Hevkariya Hêzên Garantor bi dewleta Tirk re şermezar dikin” li dijî êrişên dewleta Tirk ên ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xist.

Bi sedan kesên ji Herêma Firatê, li dijî gef,êriş û topên dewleta Tirk bi pêşengiya Desteya Perwerdê ya Herêma Firatê bi dirûşma “Em bêdengî û Hevkariya Hêzên Gerantor bi dewleta Tirk re şermezar dikin”  daketin qadan. 

Di daxûyaniya hevpar a Desteyê Perwerdê û Fêrbûnê ya Firatê û Rêxistina Kongereya Star de jî hate gotin: “Di demên dawî de dewleta Tirk, pîvan û nirxên mirovahiyê, yase û mafên gelan binpê kirin û qanûn, misogername û belgenameyên Netewên Yekbûyî (NY) hemû piştguh kirin. Ev kirinên ku dewleta Tirk pê radibe, mîras û rêbazên Împaretoriya Osmanî ya ku di dema hilweşandina xwe de gelek komkujî li dijî Kurd, Ereb, Ermenî, Aşûrî û Suryaniyan ve anîn. Dewleta Tirk îro roj heman kirinan ji aliyê çandî, civakî, aborî û siyasî ve tîne serê gelê.

Em wekî jin li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê van kiryarên hovane yên dewleta Tirk şermezar dikin. Em li ser navê jinên Bakur û Rojhilatê Suryayê bang li Rûsya û Emerîkayê dikin yên ku hevpeymana agirbestê bi Tirkiyeyê re di sala 2019´an de îmze kirin da ku rê li ber Tirkiyeyê bigirin û li hemberî biryara xwe rêzdar bin. Di heman demê de em bang li NY´ê û civakên navdewletî dikin da ku bi berpirsyariyên xwe rabin û dagirkirin û destwerdanên dewleta Tirk di xaka Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de  bi dawî bikin.”

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.