Destên bi hev re bahozan radikin!

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 11 Mijdar 2023 - 00:27

Anton Smit peykersazekî ji Efrîkaya Başûr e. Ew bi peykerên xwe bi babetên weke lihevkirin, serketin û êşê dadikeve û di vî warî de peykerên wî yên pirr bi hêz hene. Çi piçûk û çi jî mezin, peykerên wî di heman demê de hêza xwezayê jî nîşanî xelkê didin. Nexasim jî peykerên wî yên destan ku ji bronzê çêkirine, navdar in. Ev destên ku li pey hev yan jî li ser hev hatine rêzkirin, bi gotina Anton Smit “bahoz”ekê radikin.

Jixwe, navê van peykerên wî yên ji destan jî “Bahoz” e. Ji bo ku xelekek ava bibe, pêdivî bi gelek destan heye. Ew bi vî peykerê xwe peyamekê dide; di wextê şer de mirov ji dêvla li tiştên xelkê yên hevpar bifikirin, bêhtir li cihêrengiyê difikirin. Anton Smit bi van peykerên xwe yên hîpnotîk, dike ku xelk careke din li ser van meseleyan bisekine û bifikire. Bi van destan nîşan dide ku bêyî hevgirtin û hevpariyê pêşketina xelkê pêk nayê! Ji lewma jî bi peykeran bala xelkê dibe ser têkiliyên insanan ên bi hev re û bi xwezayê re.

Ev peykerên Anton Smit, li Cape Town û Pretoria li gelek park û meydanan hatine danîn. Her wiha, ev peykerên wî di gelek pêşangehan de jî hatine nîşandan. Wekî din jî “Parka Anton Smit a Peykeran” jî heye. Ev park jî weke galeriyeke servekirî ye. Di nav parkê de galeriyeke hunerî û her wiha studyoya Anton Smit jî hene.

CAPE TOWN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.