‘Destek bi tenê li çepikan naxe’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 9 Hezîran 2022 - 22:06

  • Têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, welatî nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, welatî nerazîbûnên xwe nîşan didin. Endam û rêveberên Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner a bajarê Kobanê jî bi vî awayî nerazîbûnên xwe tînin ziman.

Helbestvan Mihemed Misê (Hemê Kobanê); "Di dîrokê de dewleta Tirk a dagirker li ser bingehê hişmendiya dagirker û faşîst hatiye avakirin. Lewre dixwaze li her derê gelê Kurd qir bike. Erdogan li Ukraynayê xwe wekî parêzvanê aştiyê dide xuyakirin her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê şer û wêrankirinê dike. Çiqasî dewleta Tirk a dagirker li herêman û çiyayên Kurdistanê êrişî gelê Kurd bike jî ew ê bi bin bikeve, ji ber ku gelê me xurt e û li ser bingehê fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin dike.”

‘Emê xwe nespêrên hêzên derve’

Lîstikvana şanoyê Leyla Ehmed jî got, “Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û kîmyewî êrişî herêmên Kurdan ên Başûrê Kurdistanê dike, ruxmî dizane çekên qedexekirî çiqasî bandorê li mirovahiyê, sewal û nebatan dike, lê bi kar tîne. Li dijî van êrişan em ê xwe ti carî nespêrin hêzên derve û em ê hewl bidin aştiyê misoger bikin."

‘Destek bi tenê li çepikan naxe’

Hunermend Henîf Ismet; "Li dijî me komployek heye û şerê li dijî çiyayên Kurdistanê qirkirina çanda Kurdî dike armanc, lê çi bikin jî ew ê bi ser nekevin ji ber ku Kurd wekî daran e her ku çiqilkek hate jêkirin bi sedan şax didin. Helbet ti kes wê parastina me neke, berovajî wê ew ê ji her aliyî ve êrişî me bikin. Lewma ez dibêjim, destek bi tenê li çepika naxe û divê li hember van êrişan, em hevgirtina xwe ava bikin."

‘Wijdanê cîhanê hişyar bikin’

Hunermend û endamê Koma Botan a Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner Henîf Osman jî got, "Divê hunermend îro piştgiriya gelê xwe bike û wijdanê cîhanê li ser destana Kurd a li dijî dijminan dinivîse, hişyar bikin."

Osman got, li her çar parçeyên Kurdistanê hunermend girêdayî şoreşê ne û ji erka wan e li dijî dijmin, piştgiriya şoreşa Kurdan bikin, ji ber ku ew xwediyê doz û xakê ne.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.