Parlamena Libnanê careke din di hilbijartina serokekî de bi bin ket, wê jî derî li pêş destwerdanên derve vekir. Her wiha aliyan tevahiya derfetên çareseriyê û lihevkirina li ser serokekî ji dest dan.
Fransa û Erebistana Siûdî li ser nabeynkariyeke ji bo hilbijartina serokekî xebatê dikin. Ev jî tê wê wateyê ku dosya derkeve derve. Fransayê têkildarî civîna di navbera serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û mîrê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman de ragihand ku her du serokan bi bîr xist ku divê sînorekî lez ji valahiya siyasî ya Lubnanê re were danîn.
Rojnamegera Lubnanî Monalîza Ferîhe li ser mijarê got valahiya serokatiyê welat hilweşand û wêran kir, her wiha mafên taloqkirinê heta piştî 7 mehan ji valahiyê pêk nayê û yê herî zirarê ji vê yekê dibîne jî gelê Lubnanê ye.
Li dijî Fransayê nerazîbûn çêbû
Monalîza Ferîhe anî ziman piştî Parîs di însiyatîfa xwe ya li ser bazirganiya hilbijartina Firenciyê ji bo serokkomarê li hember erkdarkirina diplomat Newaf Selam ji bo serokê hikumetê bi bin ket, derbeyeke manewî lê ket. Li kêleka wê jî wê barên wezaretê, banka navendî û navendên di saziyên dewletê de bihatana bi rêk û pêk kirin.
Monalîza diyar kir ku vê hevkêşeyên hêzên siyasî yên dijberî Firenciyê bi hêrs kirin bi taybet hêzên xiristiyan. Ji bo wê jî wek bersivdana li ser helwesta Fransa ya piştgiriyê dide Firenciyê desteka Azûr kir.
Îran dixwaze xwedî rol be
Monalîza Ferîhe got, wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan di serdana xwe ya dawî ya Libnanê de hewl da atmosfêra girêdayî dosyaya serokatiyê û civîna Parîsê kişf bike û hişyariyê li ser rola Îranê ya li Libnanê bide da ku ew alîkariya wê dike. Bi vê yekê Îran dixwaze di her civîneke girêdayî Libnanê û hilbijartina serokkomarekî de bibe şirîk. Ji ber ku Îran texmîn dike ku Erebistana Siûdî dosyaya Libnanê bi rewşa Yemenê ve girê dide.
ANHA/BEYRÛD