Destarê diduyê derket

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 4 Mijdar 2021 - 05:11

Hejmara duyê ya kovara wêjeyî Destar a sêmehî, derket. Kovara Destar wek weşana Enstîtuya Kurdî ya Amedê, bi dirûşma ‘Destarê kurd-î hûr dihêre’ sê mehan carekê tê weşandin. Piştî hejmara havînê, hejmara wê ya payîzê jî hat weşandin. Hejmara wê ya yekem ji ber elaqeya zêde du caran hatibû çapkirin. 

Hejmara duyem jî bi konsepta xwe ya xweser, bi nivîsên bi dehan nivîskaran hat çapkirin.  

Di hejmara duyê ya kovarê de di 240 rûpelan de bi dehan nivîs hene. Di beşa destarê Kurmancî de; li gel destarê lêkolîn-vekolîn, nirxandin û dahûrandinên teorîk-ramanî-akademîk-zanyarî û rexneyî yên wêjeyî; bi mijarên dengbêjî, destan, gotinên pêşiyan û lorîkan, destarê wêjeya devkî jî hatiye gerandin. Her wiha li gel destarên wek roman, çîrok, ceribandin, bîranîn, helbest, kovargeriya kurdî, wêjeya cîhanê û wergerê, destarê Kirmanckî û Soranî jî wek du beşên bingehîn bi mijarên cuda daketine. 

Kovar, bi sernivîsa xwe “Destarê Kurd-î Fireh Geriya û Hûr Hêra” diyar dike ku ew ê hewl bide wêjeya xwebûnî û gerdûnî ya modernîteya demokratîk bi pêş bixe.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.