Destana nû ya Çaran nivîsandin

Pêncşem 5 Îlon 2024 - 03:15

  • HPG'ê nasnameya şehîdên Botanê eşkere kir û got: Hevrêyên me bi lehengî şer kirin, fîşeka xwe ya dawî ji xwe re hiştin û ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bi fedaîtî şehîd bûn. 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Milîtanên fedayî yên Apoyî hevreyên me Xebat Cûdî û Zamanî Amanos 17’ê Tebaxa 2024’an li herêma Kêla Memê ya Botanê di encama êrîşa hewayî de şehîd bûn. Ev qad piştî şehadeta hevrêyên me Xebat û Zamanî bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê bi dijwarî hate bombebaran kirin û operasyon lê hate destpêkirin. Roja 18’ê Tebaxa 2024’an di navbera fermandarê me yê fedayî Serhed Jêhat, milîtanê fedayî Yilmaz Dersim ku ji bo derbe li operasyona dijmin bidin ketin tevgerê û dagirkeran de şer çêbû. Artêşa Tirk a dagirker ku fêm kir nikare bi milîtanên fedayî yên Apoyî re şer bike, bi balafirên şer qada hevreyên me lê bombebaran kir. Hevrêyên me ku tevî van jî bi qehremanî şer kir, guleyên xwe yên dawî ji bo xwe veşartin û ji bo ku bi saxî nekevin destê dijmin bi fedayiyane şehîd bûn. Çar hevrêyên me destaneke nû ya çaran nivîsandin û şehîd bûn. Em soz didin ku em ê li ser rêya hevrêyên xwe, helwesta wan û milîtaniya wan a fedayî ya bêdudilî mînak bigirin û heta ku tola wan hilînin. Bi van hestan em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevreyên me yên şehîd û gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Dan pey şopa Zîlanan

Hevrêyê me Serhed li navçeya Panosê ya Agiriyê di nava malbateke xwedî nirxên civakî, welatparêzî û exlaqî jidayîk bû. Di 15’ê Tebaxa 2005’an tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me Serhed li gelek herêmên Botanê berpirsiyarî girt ser xwe û fermandarî kir. Di heman demê de biryardarî û tevlîbûna xwe bir asta herî bilind û ji bo ku li pey şopa Zîlanan bimeşe, gelek caran pêşniyar kir ku çalakiya fedayî bike. Hevrêyê me Serhed destnîşan kir ku xisleta têkoşîna serdemê ji hêla pêşengên fedaî yên Apoyî şehîd Bager, şehîd Avzem, şehîd Sara, şehîd Rûken, şehîd Rojhat û şehîd Erdal ve hatiye diyarkirin û ji bo ala têkoşîna van pêşengên fedaî li Bakur li ba bibe lêhûrbûnek kûr jiya û berê xwe da Bakur. Hevrêyê me Serhed ji bo di êrîşa dijmin a 18’ê Tebaxa 2024’an a li Bakur birîndarî nekeve destê dijmin bi fedaî şehîd bû û weke gerîlayekî fedaî yê leheng navê xwe li dîrokê nivîsand. 

Hevrêyê me Yilmaz li navçeya Silopiya ya Şirnexê di malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2013’an de li herêma Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Tecrîda giran a li ser Rêbertiya me û bikaranîna her cure çekên qedexekirî û gazên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker, bû sedem ku hevrêyê me têkeve nava hewleke ku derbeyeke mezin li dijmin bide. Di xeta fedaî de kêliyekê jî tawîz neda û soz da ku ew ê li ser şopa fedaiyan bibe milîtanekî Apoyî. Di 18’ê Tebaxa 2024’an li herêma Kêla Memê ji bo bi saxî nekeve destê dijmin heta guleya dawî şer kir û guleya dawî ji xwe re hişt û şehîd bû. 

Hevrê me Xebat, wekî ferdekî gelê me yê Botanê ku xwedî çand û mîrateya berxwedanê ya kûr û girêdayî welatê xwe li Şirnexê jidayîk bû. Di sala 2016'an de ji Garzanê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me ji alyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe amade kir û bi ruhê fedaî yê Apoyî û biryardariya serketinê ya bi îrade berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Di 17'ê Tebaxa 2024'an de li Kela Memê di êrîşa dijmin de hevrêyê me Xebat şehîd ket. Heta nefesa xwe ya dawî dilsozê nirxên azadiyê ma û rûkeniya xwe ya ji dil û mîrateyeke xurt a têkoşînê ji hevrêyên xwe re hişt.

Hevrêyê me Zamanî li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Hevrêyê me Zamanî ku li Skenderûn a Hatayê beşa endezyariya înşaetê dixwend, Piştî pratîka serketî ya li karên bajêr tevlî karên YPS'ê bû. Di vî karî de ji ber kêmasiyekê dîl kete destê dijmin. Hevrêyê me Zamanî 5 sal û 2 mehan li zindanên dewleta Tirk ma. Hevrêyê me hate berdan û xwe gihand qadên gerîla ku bi hesreta wê bû. Hevrêyê me Zamanî zanîbû ku tenê bi Zîlanbûyînê dikare tecrîda li ser Rêberê me bê şikandin û bi vê têgihiştinê berê xwe da Bakur."

Agahiyên li ser nasnemeya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Serhed Jêhat (Veysel Sevînç), li Agiriyê jidayîk bûye, 18’ê Tebaxa 2024’an li Botanê şehîd bû.

Yilmaz Dêrsim (Bariş Kartal), li Şirnexê jidayîk bûye, 18’ê Tebaxa 2024’an li Botanê şehîd bû.

Xebat Cûdî (Reşît Çevîk), li Şirnexê jidayîk bûye, 17’ê Tebaxa 2024’an li Botanê şehîd bû.

Zamanî Amanos (Serhat Gûzel), li Mêrdînê jidayîk bûye, 17’ê Tebaxa 2024’an li Botanê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.