Destana 32 salan

Şemî 22 Hezîran 2024 - 03:05

  • HPG: Fermandarî fedayî yê APO’yî, endamê Fermandariya Eyaleta Serhedê Şêxmûs Milazgir, 18’ê Hezîranê li Çiyayê Agirî, di şerê li gel artêşa Tirk a dagirker de, heta nefesa xwe ya dawî bi fedayîtî şer kir û şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de got:’’Milîtanê kedkar ê partiya me PKK’ê, Endamê Fermandariya Eyaleta Serhedê fermandarê fedayî yê APO’yî hevrê Şêxmûs Milazgir, roja 18’ê Hezîrana 2024’an li qada Gilîdaxê piştî şerê li gel artêşa Tirk a dagirker gîhîşte şehadetê. Ewladê leheng ê xelkê me yê Serhedê hevrê Şêxmûs, bi kesayeta xwe ya berxwedêr di sala 1992’an de tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû. Hevrê Şêxmûs, di nava jiyana xwe ya 32 salan a têkoşîna destanî de, gelek caran rû bi rûyê zehmetiya bû, bi caran birîndar bû, birçî ma, bi pirsgirêkên îdeolojîk û rêxistinî mijûl bû, tevgerên dagirkeriyê yên dewleta Tirk val derxist, bi wêrekiyeke mezin tevlî çalakiyan bû. Hevrêtiyeke dilsoz bû û li ku derê pêdiviya têkoşînê hebû, li wir amade bû. Hevrê Şêxmûs, bi sekna xwe ya cewherî, hevrêtiya xwe ya dilsoz û pratîka xwe ya kedkar, di nava 32 salan de, fermandariya fedayî ya APO’yî, hêviyên gelê Kurd û paşeroja wê ya azad, dagirt. Di şerê herî dawiyê ku bi dijmin re kete tê de, bi tena serê xwe çeper girt, sîng bi sîng bi wêrekî şer kir û şehîd bû. Hevrê Şêxmûs, agirê têkoşîna me ya azadiyê ku li lûtkeya çiyayê Agirî vêdikeve gurr kir û fermandarekî leheng ê APO’yî bû ku ala têkoşînê bi şeref ba dikir. Çawa ku lehengên egîd ên gelê me ku li ser şopa hevrê Şexmûs dimeşin nehatin ji bîr kirin û têkoşîna wan hate mezin kirin û heta îro anîn, ev meşa bi lehengî ya destanî ya hevrêyê me Şêxmûs jî, bi navber wê were meşandin, ew armancên pîroz ku hevrêyê me hemû jiyana xwe fedayî wê kir, bê teredut canê xwe bi fedayîtî dayê, teqez wê bigîhê serketinê. Bi vê bawerî û biryardariyê, em soz didin ku em ê li ser bingeheke rast xwedî li bibîranîna hevrêyê xwe Şêxmûs derkevin, di serî de malbata hêja ya hevrêyê xwe, xelkê xwe yê Serhedê û hemû gelê Kurd ê welatparêz re, sersaxiyê dixwazin. 

Meha fedayîtiyê watedartir kir

Hevrê Şêxmûs li navçeya Milazgir a Mûşê, di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 1992’an li li Erziromê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me ji bo parastina destketiyên 50 salan ku Partiya me afirandiye biparêze, çi ji destê wî hat kir, li gel fermandariya xwe ya afirîner, bi jiyana xwe ya mutewazî, kesayeta xwe ya bi moral û hevrêtiya xwe ya dilsoz, di dilê hemû hevrêyên xwe de cihê xwe çêkir. Hevrêyê me Şêxmûs ku li Serhedê weke endamê fermandariya eyaletê erk wergirt, ji bo mîsyona dîrokî ya berpirsiyariya wergirtiye bicîh bîne, bi fedakariyeke mezin têkoşiya. Tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî, bi biryardariyeke mezin rû bi rûyê her cure zehmetiyan bû, ala têkoşîna azadiya Kurdistanê, li Çiyayê Agirî, bi şeref li ba kir. Bi têkoşîna xwe ji bo xelkê Serhedî bû çavkaniya bawerî, moral û hêviyê. Hevrêyê me bi îdîa bû ku taktîkên gerîla yên qonaxa nû, ji herêma Serhedê li tevahî Bakurê Kurdistanê berbelav bike. Ji bo bigîhê vê armanca xwe jî, bi xwedî ked û hewldaneke mezin. Di şertên herî zehmet de, bi bawerî û biryardariyeke gelekî mezin, erkên fermandariyê bicîh anî. Roja 18’ê Hezîrana 2024’an li Çiyayê Agirî, piştî rû bi rû bûna bi artêşa Tirk a dagirker re, heta nefesa xwe ya dawî bi fedayîtî şer kir, meha Hezîranê ku meha fedayîtiyê ye, watedar kir. Em soz didin ku, bi bibîranîna hevrêyê xwe Şêxmûs ku bi kesayeta xwe ya derwêşî li dilê hemû hevrêyên xwe û gelê me de şopên tine nabin hişt, dilsoz bin, têkoşîna wî mezin bikin, meşa wî ya azadiyê dewam bikin û bi serketinê tacîdar bikin. Em vê yekê weke erka bingehîn a hevrêtiyê dizanin û careke din soza xwe nû dikin.’’

Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ne:

Şêxmûs Milazgir (Yilmaz Oner), li Mûşê jidayîk bûye, 18’ê Hezîrana 2024’an li Serhedê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.